Ji Amerîkayê hişyariya Tirkiyê   

Ji Amerîkayê hişyariya Tirkiyê  

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da ku geştyar neçin Tirkiyê. Wezareta Derve ya Amerêka da zanîn ku ev bang ji ber zêdebûna rêjeya Coronayê û metirsiya desteserkirina kêyfî û terorê hatiye kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ya fermî derbarê Tirkiyê de hişyarî da welatiyên xwe daku “neçin Tirkiye”. Di daxuyaniyê de hişyariyên Navenda Kontrol û Rêgirtin Li Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) derbarê Coronayê de jî hatin bibîrxistin û tê gotin ku rêjeya kesên li Tirkiyê bi coronayê dikevin zêde bûye.

Herwiha navên parêzgehên Şirnex û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî hatine dayîn û derbarê herêma sînorê Suriyê de hişyariya xwe herî kêm 10 kîlometreyan ji sînor dûr bigirin hat dayîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin: "Plana komên terorîst bo egera pêkanîna êrîşan li Tirkiyê berdewam e. Dibe ku komên terorist cîhên geştiyarî, navêndên çûn û hatinê, navêndên kirîn û firotinê, avahiyên rêveberiyên xwecîhî, otel, restorant, cihên olî, navendên werzîş û çandê, saziyên perwerde, firokexane û cihên din jî bikin armanc."

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: "Hêzên Ewlekariyê, bi hezaran kes welatiyên Amerîkayê jî di nav de bi armancên siyasî û îdîaya peywendiya wan ligel rêxistinên terorist heye desteser kirine. Welatiyên Amerîkayê jî li Tirkiyê rûbirûyê qedexeyên geştiyariyê bûn û ji ber vê nikarîbûn ji Tirkiyê vegerîn. Li Tirkiyê kesên beşdarî çalakiyên ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehatine erêkirin dibin, tên desteserkirin. Herwiha rexnekirina hikûmetê û rexneyên di medya civakî de jî tên kirin, dibe sedem ku ew kes bên desteserkirin."
 (Rûdaw)


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin