Ji Amerîkayê derbarê şerê li Qamişlo de yekem daxuyanî

Ji Amerîkayê derbarê şerê li Qamişlo de yekem daxuyanî

.

A+A-

 Piştî sê rojan ji şer û pevçûnên di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên hikûmeta Sûriyê de li Qamişlo, Amerîkayê derbarê rewşa Qamişlo de yekem daxuyanî da.

Fermandarê Fermandariya Navendiya Hêzên Amerîkayê, General Kenneth McKenzie ji Rûdawê re ragihand: “Her tiştek ji bo aramiya Qamişlo ji destê me bê, em dê bikin.”

General Kenneth McKenzie diyar kir, “em dixwazin pirsgirêka Qamişlo bi rêya gotûbêj û diyalogê çareser bikin.”

McKenzie amaje bi hevpeymaniya navbera hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de jî kir û destnîşan kir: “HSD hevbeşekî me yê giring e û em dê serbazên xwe biparêzin.”

Daxuyaniya wî generalê payebilind ê artêşa Amerîkayê derbarê şerê Qamişlo de di demekê de ye, ku roja Pêncşemê jî şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê de berdewam bûn.

Di pevçûnên roja Pêncşemê de herî kêm du zarokên 10 û 12 salî hatin kuştin û 5 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Ji bo rawestandina şer, Rûsya ketibû dewrê û roja Çarşemê şandeke Rûsî li Balafirxaneya Navdewletiya Qamişlo ku binkeya hêzên Rûsyayê lê ye, bi nûnerên herdu aliyan, hêzên Asayişê û milîsên Berevaniya Niştimanî re civiyabû û piştre agirbest hatibû ragihandin.

Lê agirbest tenê çend demjimêran dom kir û careke din şer û pevçûnên navbera herdu aliyan destpê kirin.

Biryar e bi mebesta çareserkirina rewşê şandeke Kurd, Ereb û Siryanan serdana General Mezlum Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin, daku çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin.

Aloziya vê dawiyê ya li Qamişlo ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê derdora demjimêr 22:00an ve dest pê kiriye.

Asayişa Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê destpêkerê şer bûne û diyar kiriye, şeva Sêşemê 20ê Nîsanê hejmarek ji çekdarên Berevaniya Niştemanî teqe li rêbendeke Asayişê li Filkeya el-Wehde kirin, ku di encamê de, endamekî Asayişê bi navê Xalid Hacî jiyana xwe ji dest da.

Piştî wê bûyerê şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket ku hêj jî berdewam e, û di şer de çekên giran jî tên bikaranîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin