"Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"

"Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"

.

A+A-

ÎHDyê di rapora xwe de gotiye ku ji sala 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) îro rapora xwe ya derbarê girtiyên nexweş de aşkere kiriye. Komeleyê civînek li dar xistiye û daneyên dawî yên derbarê girtiyên nexweş de aşkere kirine. 

ÎHDyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku “Em dixwazin girtiyên nexweşiyên wan ên giran hene demildest tehliye bibin.”

604 jê giran, hezar û 605 girtî nexweş in

Komîsyona Girtîgehan di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:

"Bi qasî ku me tespît kiriye, li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Helbet ev hejmar beşeke biçûk a nexweşan e.

"Midûriyeta Girtîgehan daneyên derbarê girtiyên nexweş de parve nake, ji ber wê jimareyên zelal bidest nakevin. Li girtîgehan; girtiyên kal û pîr, kesên nexweşiya dil bi wan re heye an jî bi pençeşêrê ne, kesên gelek nexweşiyên wan ên kronîk hene, kesên pisgirêkên wan ên giran ên derûniyê hene û bi sedan nexweşên girtî yên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe birêve bibin, ne tên dermankirin ne jî bicihanîna cezayên wan tên taloqkirin. Girtiyên nexweş li girtîgehan nayên dermankirin, gelek caran serlêdanên wan ên ji bo li derveyî girtîgehan werin dermankirin, tên redkirin. 

COVID-19 

"Saziya Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweşiyên wan ên giran hene û nikarin li girtîgehan jiyana xwe birêve bibin, raporên alîgir û ne zanist amade dikin û bi van re girtî demeke dirêjtir di girtîgehan de dimînin û nexweşiyên wan girantir dibin. Bi taybet divê em bibêjin ku şewba Covid-19ê bandoreke neyênî li ser kesên nexweşiyên wan ên kronîk hen edike û xetereyeke cidî li ser girtiyên nexweşiyên wan ên giran hene, çêdike.

"Ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane. Ji bo bêhtir girtî nemirin divê hemû girtiyên nexweş tehliye bibin û ew bikaribin li nexweşxaneyên têkûz werin dermankirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin