Ji 2 hezar û 500 kesayetên Swîsrî kampanyaya îmzeyê

Ji 2 hezar û 500 kesayetên Swîsrî kampanyaya îmzeyê

Du hezar û 500 siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, nivîskar, nûnerên saziyên civakî û yên mirovan daxwaz kirin ku êrîşên ser Efrînê bên rawestandin û daxwaza xwe pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kirin.

A+A-

Di kampanya îmzeyan de ku hejmarek Swîsrîyan bo Efrînê dabûn destpêkirin, 2 hezar û 500 îmze hatin berhevkin. Îmze bi rêya nameyekê pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hat kirin.

 

Du hezar û 500 siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, nivîskar, nûnerên saziyên civakî û yên mirovan daxwaz kirin ku êrîşên ser Efrînê bên rawestandin û dive Swîsre helwêsta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê zelal bike. Daxwaz bi nameyekê pêşkêşî Serokê Konseya Federal a Swîsreyê Alaîn Berset û endamên Konseya Federal hat kirin.

 

Di nameyê de tê gotin ku dewleta Tirkiyê ligel çekdarên ser bi grûbên din êrîşî Efrînê dikin û ji ber bomberdûmana dewleta Tirkiyê heta niha zêdeyî 100 zarokan canê xwe ji dest dane.

Di nameyê de wiha tê gotin: “Kurd û hevpeymanên wan ên Ereb dibin hedefa dewleta Tirkiyê û çeteyan. Kurd û hevpeymanên wan li Kobanî, Reqa û gelek cihan dijî DAÎŞê şer kirine.”

Di nameyê de tê tekezkirin ku pêwist e ne Swîsre û ne jî hêzên navnetewî li beramberî êrîşên ser Efrînê bêdeng nemînin û wiha berdewam dike: “Bi taybetî Swîsre, divê li hemberî Peymana Cenevreyê bêdeng nemîne ku Tirkiye wê nahesibîne. Bi dagirkeriya leşkerî ya li Efrînê mafên mirovan jî tên binpêkirin. Divê li hemberî Tirkiyê hewldan werin destpêkirin.”

Name wiha bi dawî dibe: “Divê Konseya Federal a Swîsreyê, bangî Balyozê Tirkiyeyê bike û jê re bibêje ku ew dagirkeriya Tirkiyeyê ya Efrînê şermezar dikin. Pêwist e Konseya Federal ligel hêzên din ên navneteweyî li Rojava herêmeke ewle ava bikin. Em bang li gelên Swîsreyê dikin ku piştgiriya Kurdan bikin û dewleta Tirkiyê protesto bikin.”

Navê hinek kesên ku name îmze kirine wiha ye:

Wekîlê Serokê Lijneya Şêwirmendiyê yê Konseya Mafên Mirovan ê NY’yê Jeann Zîegler,

Endamê Meclîsa Şaredariya Bajêr ê Lozanê Îllîas Panchaard,

Profesorê Fexrî yê Zanîngeha Cenevreyê Chrîstîane Perregaûx,

Parlementerê Berê yê Koma Keskan Ûelî Leûenberge,

Dîroknasê Zanîngeha Cenevreyê Prof. Erîce Deûber Zîgler,

Parlementerê Parlementoya Federal ê Swîsreyê Carlo Sommarûga,

Lîsa Mazzone,

Laûrent Wehrlî,

Balthasar Glattlî,

Davîd Payoy,

Dîroknas Josef Lang,

Muzîkjen Tommy Vercettî.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin