Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Jenosîta gelê Ermen û Kurd

A+A-

Di malpera Kudistan Post eu da nivîsek mamoste kek İsmail Beşikçi bi navê „Mirovê Nexweş (bi tirki Hasta Adam)“ hat weşandin.

Di nivîsa xwe da mamoste Beşikçi li ser rexneyên Nusret Aydın ku di pirtûka xwe ya bi navê „Di Sedsalîya Tehçîra Ermenîyan da Ji Dîroka Devkî Berve Rastîyê: Diyarbekir“ da bersiva Adnan Çelik û Namik Kemal Dinc dide, ku wana di pirtûka xwe ya bi navê „Ax’a Sedsalî! Li Ser Şopa Bîra Civakê 1915 Diyarbekir“ da, di Tehçîra Ermenîyan da behsa rola hinek derdor û kesayetîyên Kurd dikin.

Berê er tiştî, min divê ez bêjim ku ev mijarek hestyar e, pelkek reş ya dîrokê ye, gelek gengeşî li ser hatin kirin û gellek belge hatin weşandin.

Ango, her çiqasî rayedarên Dewleta Tirk ji xwe mikûr nayen jî, him li Tirkîyê derdorên demokrat û him jî rayagiştîya navneteweyî rastiyê dizanin, bi her avayî mijar aşkere ye û ne cîyê gengeşîyê ye.

Ancex, angaştek heye, ku hinek kes û derdor dibêjin, di vê sûcê sedsalî da  „Kurd hevkarbûn“ û di nivîsa mamoste Beşikçi da jî, wateya hinek hevokan li ser şopa vê angaştê ne!

Mamoste Beşikçi dewra salên dawî yên Dewleta Osmanî „Mirovê Nexweş“ bi nav dike û dibêje, eger „gel“ alîkarîya „Mirovê Nexweş“ nekiriba, wî nakinibû him jenosît bikira û him jî pêkan bû, ku detguhertina samanê encam bida.

Ev rast e, lê têgeha „gel“ têgehek bi giştî ye, ango hemû civatê digre nav xwe, heçku em dizanin ku taybetî ji gelê Kurd parek biçûk yên ku bi saziyên dewletê va hevkarî dikirin, hinek feodal, serokeşir, stemkar û pêxasan ev sûc kirin, ne ku gelê Kurd.

Di derek nvisî xwe da mamoste weha dibêje, „Tekane rêya serketinê, piştgirîyek zêde û desteka gel ya fireh bû. Mirov dikane bêje, ku di vê operasyonê da gelê Tirk jî, gelê Kurd jî destek dayê….“

Tiştê ku ez napejirînim ev e, ku gelê Kurd di vê stembarîyê da cî girtibe, destek dabûyê.

Wekî min got, gel têgehekî bi giştî ye, hemû civakê digre nav xwe, hemû tebeqe û cînên civakî, eger hinek kesan ev sûcdarî kiribin, nabe mirov nîrê sûcdariyê bike stûyê hemû gel, ku em dizanin ev rûreşîyek pir pir mezin e.

Dîsa, di derek nivîsê xwe da mamoste Beşikçi weha dibêje, „Wê demê parek mezin ji Kurdan hatin çewsandin, hatin nefî kirin………lê ev naye wê wateyê ku Îttîhat Terakkî û dewletê bi hinek kurdên din va hevkarî nekiribe. Pir vekirî ye, ku li hinek herêman Îttîhat Terakkîyê bi hinek serok eşîran û şêxan va pêywendî danî. Vana bi piştevanîya dewletê, di nav Teşkîlatê Mahsûsa da cî girtibûn û dibe, ku tevle operasyonên li dijî Ermenîyan, Sûryanîyan bûbûn.  Ji ber vê bawerim, ku  di barê dîrokê da karê devkî girîng e. Jenosît projeyek dewletê û ya Îttîhatê Terakkî bû û Kurd wekî tetîkcî bikar hatin…..“

Bêşik dewletê bi hinek serokeşîr û şêxan va pêywendî danî, lê li vira jî têgeha „Kurd“, wekî têgeha „gel“ hemû civata Kurd digre nav xwe, peyva Kurd navekî bi giştî ye, heçku em dizanin ku ne hemû Kurd, wekî li jor jî min gotî, parek pir hindik stemkaran di nav da cî girtin.

Ya rast ev e, ku em ewil pênasa jenosîtê bizanibin daku mijar hêj ronî bibe, gelo di peymanên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî da jenosît çawa têt pênase kirin?

Jenosît têt wê wate yê ku „Bona berjewendîyên xwe bi plan û projeyekê û biqestî, tinekirina civatekê an takekesên civatekê, bi nijad, bi cinsî, bawerîyek siyasî, ol, rewşek civakî an bi ferqeke din ji civatê cûda bin.“

Ango, ji vê pênasê jê têt dîtin ku divê biryarek navendî (merkezî) hebe, bona vê divê rêxistinek rêkûpêk hebe û ev plan û projeyekê tanzîm bike û plan û projeya xwe li ser erdê bi cî bike.

Em dizanin, ku gelê Kurd wê demê ne rêxistinî bû, jixwe bi xwe bindest bû, ti derfetên wî tine bûn ku plan û projeyek weha birêse û li ser erdê bi cî bike.

Wekî min gotî, stemkarîya hinek serokeşîr û pêxasan nakeve stûyê gelê Kurd, berevajî gellek mînak hene ku gellek malbatên Kurd law û keçên Ermenî hewandine, lê xwedî derketine.

Dîsa, gellek mînak hene ku hinek kesan xwe spartine gund û malbatên Kurd.

Mamoste Beşikçi dibêje, „malbatên ku law û keçên Ermenî hewandin ew kirin misilman ne wekî Ermenî li xwedî derketin.“

Encax, mirov divê şert û mercên wan rojan zanibe,  paşê tawanbar bike.

Ma gelo pêkan bû, ku malbatek Kurd law û keçên Ermenî wekî Ermenî bihewîne, lê xwedî derkeve?

Di dêrêjîya dîrokê da Kurd û Ermen her bi hevra bûn, gundên wana mal û milkên wana di nav hev da bûn, ti pirsgêrêk fireh wekî qirkirinek girseyî nejîn.

Bêşik wekî îro jî dibe, an di navbera Kurdan bi xwe jî dibe, li ser mal û milk nakokî, gengeşî heta carina stembarî hebû, bûyerên xwînavî dibûn, lê jenosît, an alîkarîya wê tiştekî din e, sûcdariyek weha ye ku heta û heta deqek reş dê li ser enîyê wê civakê be.

Mamoste İsmail Beşikçi mezinê min e, kekê min e, jê ra rêza min bêdawî ye, bawerim mebesta min baş bêt fam kirin.

15.01.2017/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin