Jennifer Gavito: Desteka Amerîkayê ji bo Pêşmerge dewam dike

Jennifer Gavito: Desteka Amerîkayê ji bo Pêşmerge dewam dike

.

A+A-

 Cîgira wezîrê karên derve yê Amerîkayê ku ji karên Iraqê û Îranê berpirse Jennifer Gavito ragihand ku wê desteka Amerîkayê ji bo Pêşmerge dewam bike. Gavito got ku bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên Amerîkayê gelek xwurtin û bi xwurtî behsa desteka Pêşmerge kir.

Gavito ragihand ku derfeta wê heye bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bike û di avakirina hukumeta nû ya Iraqê û di yekîtiya Kurdan de endîşeyên wê hene.

Gavito her weha behsa gaz û petrolê jî kir û got ku girîngiyê didin aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê û yekîtiya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê di nav de destek dikin.

Gavito her weha behsa desteka Amerîkayê ya leşkerî kir û got ku dixwazin li hemberê êrîşan bi hêzên Iraqê û Pêşmerge ya ku karibin li hember êrîşan rawestin emîn bin. Di mijara reforma di wezareta Pêşmerge de desteka xwe anî ziman û got wê destek her dewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin