• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 38 °C
  • Hakkari 28 °C
  • Şırnak 33 °C
  • Ağrı 28 °C

Jehrkuja derbeyên leşkerî demokrasî ye

Mahmûd Kilinc

Di nivîsa bihurî da min gotibû, ku di vê erdnîgariyê da, derbeyên leşkeri çandek qedîm e, ango zemîn jixwe amede ye.

Bi giştî, mirov dikane weha beje, biçek an bêçek, lê di herhalî da li dijî hiqûkê û bi kar anîna hêz û tûndiyê stendina mafekî ji deste mafdar, derbe ye.

Bala xwe bidin erdnîgarîya serwerîya Osmanîyan, ango taybetî welatên Rojhelata Navîn, li hinek welatan bi dehan derbeyên leşkeri hatin kirin.

Li hinek welatan ewqas derbeyên leşkeri hatibûn kirin, ku carina rewş dibû mijara “pêkenokan”, dihat gotin, ku her kîjan efser sibê zutirkê hişyar be, ew dibe serkêşê derbeyê û post êdî dibe ya wî!

Suriyê, İraq û Tirkiyê mînakên gellek balkêş in, her sê dewlet jî dagirkerê Kurdistan’ê ne û naxwazin, nexwestin pirsa Kurd û Kurdistan’ê bi aştiyê çareserbikin, ango xesba li ser mafên rewa yên neteweya Kurd rakin, ji ber wê jî, him li van welatan aramî pêk nehat û him jî, neteweya Kurd bedelên giran da, hêj jî dide.

Ev çanda qedîm, li ser çanda Tirk-Îslam’ê ewqas bandor kirîye, ku bi sedan sal in pêşgotinek heye û wê wekî gotinek pêşîyan dipejirînin: Dibêjin, “An postê dewletê, an laşe ber qijika reş”, (tirkîya wê, ya devlet başa, ya kuzgun leşe) ye.

Ev pêşgotin, di nav çanda civaka îro da jî di gellek mijaran da têt pejirandin.

Li gengeşiyên du sê rojên bihurî binirin, hemû axaftin û nivîs bi peyvên mêrxasî, bi pesna artêşa Tirk, bi qehremantîya serbaz û efserên Tirk tin xemilandin, ango axaftinên hamesetî.

Eger kesek ameje bi sedemên peyana (teşebûs) derbeya leşkeri bike, têt gotin ku “ne dema wê ye”, îro ne dema wê be, jixwe pişte çend rojan dê mijar ji rojeva rayagiştî derkeve û her tişt dê wekî bere be, tirsa gengeşiyên realîteya îro dîsa dê serdest be.

Heçku, divê sedemên derbeyên leşkeri, sedemên vê çanda qedîm bêne vekolîn û bibe mijara gengeşîyan.

Li gellek welatên Cihana Sêyem, daku li van welatan jî gellek caran derbeyên leşkeri hatin kirin, pişte cîbicî kirina sîstemek demokratik, eger ne tam be jî, pêşî li derbeyên leşkeri hat girtin, li gellek welatan hat selmandin, ku jehrkuja derbeyên leşkeri demokrasi ye.

Li Tirkiyê, bi amancê serkutkirina berxwedana neteweya Kurd, pelçiqandina têkoşîna mafên neteweyî û demokratik, di sed salên dawî da him canî û him bi malî gellek bedelên giran hat dayîn, beşik ne tene gele Kurd û herweha dewletê jî..

Sedema tabloya îro, ne çareserkirina pirsên bingehîn bi rêgeha aştî û demokrasî yê ye, kes nikane vê rastî ji guh û çavên xwe biterîşîne.

Sîstem divê bona mirovî be, bona xizmetguzarîya wî, bona dilşadîya wî be, ne bona bihêz û gewrekirina dewleytê be, li ser bêdadiyê.

Eger li Tirkiyê sitemek demokratik hebûya, di nav sîstemê da mafên neteweya Kurd cî bigirta, neteweya Kurd bi nasnameya xwe û bi nirx û remzên xwe li herêma xwe desthelat buya, li Tirkiyê ti caran derbeyên leşkeri nediqewimîn. 

Gellek bûyeran, pêywendiyên bi dewletên herêmê û rewşa îro ya dewleta Tirk bi me nimand, ku Tirkiyê, dewletek mezin e û kesî/ê bi bîrdozî, çanda û nirxên Tirkitîyê hatî perwerdekirî û şidandandî nikane Tirkiyê di nav aştîyê da birêve bere.

Tirkiyê erdnîgarîyek mezin e, jexin neteweya Kurd gellek kêmjimar, çand, ol û rêol hene, divê hemû di sîstemek demokaratîk da bi nasnameyên xwe bêne temsil kirin.

Rêgeha vê jî federalîzm e, li Tirkiyek federalî derbeyên leşkeri nabin.

Herweha federalizm bona geşedaniyê, pêşveçûnê, dewlemendîyê û geşdarîya civakê sîstema herê biberhem e.

Welatên federali ev rastîya selmandin, berevacî dewletên navendî, dewletên ku hêj di bîra şowenîzm û bawerhişkîyê da vedigevizin, duçarê şerênavxweyî, an jî derbeyên leşkerî dibin.

Iraq, Suriyê, Îran û Tirkiyê her çar dewlet jî naxwazin dev ji sîstema navendî berdin, herweha navendîyek bêaqil û bêferaset, lê mixabin xwezîyê xwe bi şerênavxweyî, bi zordariyê û derbeyên leşkeri tînin.

Ne tesadüf e, ku fermandar û serbazên arteşa Tirk ji yekinîyên Kurdistan’ê têkilî sepana derbeya leşkeri kiribin.

Fermandarên bi rutbeyên herî bilind ji yekiniyên li Kurdistan’ê ne.

Bi qasî hat ragihandin, orgenaralê arteşa 2yemin û yê 3yemin di nav têkiliyên sepana derbeya leşkeri da bû ne, ku yek ji vana li Kurdistan’ê, li bajarê Meletiyê ye, yê din di tixûbî Kurdistan’ê li bajarê Ezircanê ye, ango bi mebesta beramberê Dêrsim ê.

Gotina dawî, federali mifteya çareserkirina hemû pirsen Tirkiyê ye, bi sîstemek demokratik dikane xwe ji xerabîyên derbeyên leşkeri biparêze.

18.07.2016/Dusseldorf

 

Bu yazı toplam 480 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar