Jeffrey: Me ti ajandayeke siyasî digel Kurdan nîne

Jeffrey: Me ti ajandayeke siyasî digel Kurdan nîne

Di konferanseke rojnamevanî de, James Jeffrey diyar kir, siyaseta Amerîkayê li Sûriyê ev e, ku bi xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê re kar bike û alîkariya wan bike û destnîşan kir, yekem armanca wan jî li Sûriyê têkbirina DAIŞê ye.

A+A-

Jeffrey got, ku hêzeke Amerîkayê li Sûriyê heye lê tekez kir, ku li Sûriyê Amerîkayê ti acendayeke siyasî ne li gel kurdan û ne jî li gel ti grûpên din nîne.

James Jeffrey amaje bi rewşa Minbicê û hemahengiya navbera Amerîka û Tirkiyê kir û got, ew hemahengiya navbera Amerîka û Tirkiyê li Minbicê dê berdewam be û diyar kir, dewriyeyên hevbeş ên leşkerî di navbera hêzên herdu welatan de li herêma Minbic a Sûriyê berdewam dibin.

 

Şanderê Amerîkayê Bo Karûnarên Sûriyê herwiha derbarê civînên Astanayê de jî ragihand, Amerîka piştgiriya civînên Astana nake.

 

James Jeffrey wiha axivî: “Siyaseta me karkirina li gel xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê ye û yekemîn armanca me jî têkbirina DAIŞê ye. Pêwîst e em hinek karên mirovî yên sereke bikin, di warê seqamgîriya xwecihî de, daku me platformek hebe jibo têkbirina DAIŞê. Me ti acendayeke siyasî nîne, çi li gel grûpên kurdî be yan li gel grûpên erebî yan jî her grûpeke din li nav Sûriyê be.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin