Jeffrey: Ji bo Rojava pêwîstîya me bi şêwirmendîya Serok Barzanî heye

Jeffrey: Ji bo Rojava pêwîstîya me bi şêwirmendîya Serok Barzanî heye

Nûnerê taybet yê Amerîkayê li hevpeymanîya dijî DAIŞê piştî ku gihişte Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe li gel Serok Mesûd Barzanî encam da.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nûnerê taybet yê Amerîkayê li hevpeymanîya dijî DAIŞê piştî ku gihişte Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe li gel Serok Mesûd Barzanî encam da. Di civînê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ê artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê de hat kirin. Jeffrey got, “Bo Rojavayê Kurdistanê jî pêwîstîya me bi şêwirmendîya Serok Barzanî heye.”

Serok Mesûd Barzanî îro (07.12.2019) li Selahedînê, pêşwazî li Nûnerê taybet yê Amerîkayê li hevpeymanîya dijî DAIŞê, James Jeffrey kir.

Di wê civîna Serok Barzanî û James Jeffrey de Konsolê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin û General Erick Hell Fermandeyê Hêzên Amerîka li Sûrîye û hejmareke şêwirmendên serbazî û sîyasî li Wezareta Derve ya Amerîkayê jî amade bûn.

James Jeffrey ku di heman demê de nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê bo karûbarên Sûrîyê ye, di wê civînê de pesnê aramî û geşbûna li Herêma Kurdistanê ye da û tekezî li ser pêşveçûna têkilîyên navbera Kurdistan û Iraqê de kir.

Li gor daxuyanîya hatîye belavkirin her di wê civînê de James Jeffrey bi boneya şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyan di dawîn êrişên DAIŞê de, serxweşî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û her du alîyan tekezî li ser hemahengî û xebata hevbeş a di navbera artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Di civînê de rewşa sîyasî ya Iraqê û dawîn pêşketinên li proseya sîyasî û daxwazên xwepêşanderan jî hatine gotûbêjkirin û her du alîyan jî dilgiranîya xwe li hember pêşketina tundûtûjîyê û têkçûna aramîyê li Iraqê nîşan dane ku ew yek bandoreke neyînî li ser têkoşîna li dijî DAIŞê dike.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhatên li wê beşa Kurdistanê jî ji mijarên civînê bûn û herwiha tekezî li ser wê yekê hatîye kirin ku divê rê li ber guhertina demografîya navçeyê bê girtin û rê bi wê yekê neyê dayîn ku gelê Kurd li Sûrîyê tûşî êş, azar û koçberîyê bê.

Herwiha derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, James Jeffrey dîyar kirîye ku pêwîstî bi şêwirmendî û hevkarîya Serok Barzanî heye.

 

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin