James Jeffrey: Amerîka ji bo çekên di destê HSDê de soz daye Tirkiyê

James Jeffrey: Amerîka ji bo çekên di destê HSDê de soz daye Tirkiyê

.

A+A-

 Şanderê berê yê Amerîka ji bo karûbarên Sûriyê Jemas Jeffrey ragihand ku Amerîkayê li ser çekên dane Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) soz daye Enqerê ku dijî Tirkiyê neyên bikaranîn.

Şanderê berê yê Amerîka ji bo karûbarên Sûriyê Jemas Jeffrey di hevpeyvîneke xwe de ligel medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê behsa peywendiyên Amerîka û HSD, Amerîka û Tirkiyê û çareseriya siyasî li Sûriyê kir.

Jemas Jeffrey tekez kir ku hebûna hêzên Amerîka li Sûriyê yasayî ye û ji bo şerê li dijî DAIŞê ye û got: “Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve dê şerê li dijî DAIŞê lawaz bibe û hebûna Îran û Rûsiyê li Sûriyê bi hêztir bibe. Şerê li dijî DAIŞê bi dawî nehatiye û berdewam e.”

Jeffrey idia kir ku carna PKKê ji nav axa Rojavayê Kurdistanê ve êrişî Tirkiyê dike û derbarê vê yekê de got: “Dibe ku HSDê êrîşî Tirkiyê nake, lê hinek çalakiyên PKKê ji nav axa bakurê Sûriyê li dijî Tirkiyê tên kirin.”

Bi gotina Jeffrey, Tirkiye dê di siyaseta xwe de li dijî PKKê li Sûriyê û Iraqê berdewam be, lê HSD dê hevpeymanê Washingtonê bimîne.

Di beşeke din a axaftina xwe de Jeffrey da zanîn ku Amerîka ji bo çekên di destê HSDê de soz daye Tirkiyê û got: “Amerîka soz daye Enqere ku çekên dide HSDê li dijî Tirkiyê li nav xaka Tirkiyê neyê bikaranîn û ji nav axa bakurê Sûriyê êrîş neçin ser Tirkiyê.”

Şanderê berê yê Amerîka ji bo karûbarên Sûriyê herwiha destnîşan kir ku Tirkiyê dê li Sûriyê êrîşî hêzên Amerîka neke û dê li hemberî şerê hevbeş yê Amerîka û HSDê li dijî DAIŞê astengiyan çêneke.

Derbarê armancên hebûna hêzên Amerîkayê li nav axa Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê de jî Jeffrey got: “Armanca yekem a Amerîka li Sûriyê çareseriya gav bi gav e, li gorî biryara 22.54 ya Encûmena Asayişê bû. Li gor wê biryarê şer tê rawestandin û penaber vedigerin û hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derdikevin, lê çênebû.

Jeffrey di heman demê de got: “Putin di gulana 2019an de ev çareserî red kir, ji ber wê yekê jî Trump xwest şer wek xwe bimîne û tu aliyek ser nekeve.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin