• Diyarbakır 14 °C
  • Batman 17 °C
  • Hakkari 5 °C
  • Şırnak 15 °C
  • Ağrı 8 °C

Ixanet

Ixanet
Cevdet Tuku

Harpagos – Kyros û Pavel Talabanî - General Sileyman Qasim
Tarixa Kurda, tije êş, derd û kulin, tarixa Kurda tije ferman û enfalin.

Tarixa Kurda tije serîhildan û berxwadane. Kurda di hin wexta de destkevtinin mezin bi dest xistine û di wextek kut de, ew qezencen mezin cardin winda kirine. Dikevin, tevgerê wan tek diҫin, qels dibin, tiştek namîne, bê hevî û bê heval dimînin. Lê cardin radibin, bi qewet û xurt dibin, bi hevî dibin, bi coş bi moralek bilind doza azadîyê û serxwebûne didomînin.

Ҫima winda dikin? Ҫima tam li ber wexte ku serkevtinin gelek mezin bi dest bixin cardin hinda dikin? Ҫima destkevtîyê wanî mezin metersîyê de ne, anjî tek diҫin?

Gelek sebeb hene, Sebeb zavin. Yek ji ya zedê mezin, “ihanete”. Xayîntî... Bêbextî, xayîntî û cardin bi xayîntî hinda dikin.

Neyarê Kurdayî mezin timî hinek Kurdê xayînin.

Dîroka Kurda mixabin dubare dibe.

Berhemê vê xayîntîya Pavel Talabanî di (heyfa vî navê Talabanî yî bi rûmet ku lêye) dema Meder de ҫebûye. Imperatorîya Meder mezin û bi hêz bû. Imperatorîya wan ji Ekbatana/Hamadan, ji bakura Irakê ye îro hetanî cemê Halys ( îro Kisil Irmak) dihat. Pers (Iranî) hingê di bin destê Meder de bûn.

Herodot ku bi bavê tarîxê te bi nav kirin, destana Kyros- Harpagos –Astyages de diyar dike, cewa Meder desthilata xwe hinda dikin û dikevin bin hîma Persa.

Astyages Kralê Meder bû, keҫa xwe Mandane bi yekî Pers re dizewicîne, kurek bi navê Kyros ji re ҫedibe. Astyages xewnek dibîne. Şirovekarê xewna wî ji re debejin, mana xewna wî eve ku, ku di şûna Astyages kurê keҫa wî Kyros ê bive Kral. Astyages radibe Kyros hê zarokê teslîmî Harpagos dike û dibejê vî zarokî bikuje û hinda bike. Harpagos serokleşkerê wi ye û pismamê wî ye. Harpagos kirara wî bi cî nayne, Kyros nakuje lê bi Astyages dide fehmkirin ku Kyros kujtîye. Dawî rastî derdikeve hole. Astyhages ji ber Harpagos kirara wî bi cî ne anî bi barbarî kurê wî dikuje, goştê kurê wî bî wî dide xwarin. Gavê wext û zeman derbas dibe,

Kyros mezin dibe, miletê Pers dicivîne û te şerê Meder. Astyages xwe ji bîr kirîye, ku ҫê anîye serê Harpogos, Harpogos dixe serokleşker, wî bi ordîyekê re dişîne şerê Persa. Harpagos bi Kyros re bi dizî peymanek ҫekirîye, di şer de îhanete dike, dike ku Meder di şer de winda bikin. Herodot wisa ser şer dinivisîne: „ di şer de, perҫek şer kir, ê kû haya wan ji wê peymanê tunebû, perҫek bûn hevalê persa …“ (Herodot Historien, München 1991, I-V, I,127,).

Meder ji wir peyve dibin xulam û bindestê Perser. Bi vê xayîntîya Harpagos Meder bûn bindest, dewleta wan tek ҫu, Dewleta Persa avabû. Di encama xayîntîya Harpagos de, hejî perҫek Kurdistan di bin destê wan deye û em îro niha şahîden tarîxê ne, ku Iran nahêle nevîyen Meder, Kurd li Başûrê Kurdistan jî azad biven. Leşker û Generalê Iranê li Kerkukê dijî Kurda şer kirin.

Pavel Talabanî bi ҫend kesê xayînî din re, wek Harpagos xayîn derket. Kerkuk bi xayînti teslîmî dijmine milete xwe kir. Ev bû sebeben ku cîhen din jî , wek Şengal, Mexmur, Xaneqin, Zumar û Rabîha ji destê Kurda derkevin. Ev tev ceografîya Kurdistanê bû û piranî tev Kurd lê vir dijîn. Pêşmerga gelek bedel û şehîd dan, hetanî ew dever ji destê Daîş azad kir. Wan Xayîna, bi dizî bi generalê Iranê re bi Sileman Qasim re li hevdikin û bajerê Kerkukê teslimî wî û milîsê wî dikin.

Ev karesatek mezine, ev darbek mezin li doza serxwebûna Kûrdistanê da, serxwebûn paşde da. Moral, kêf û hevîyen Kurda cardin şikandin. Kerkuk dilê Kurdistane û bê Kerkuk dewletek Kurdî di demdirjîyê de nikare bejî.

Van xayînê Kurd, Kerkuk firotin dijminê Kurda, xwestin doza serxwebûnê tunebikin. Em îro nezanin encam û zirarê vê xayîntîya Pavel Talabanî ê cikasî li peşveroja tarîxa Kurdistanê de bajo. Le em bi ya Harpagos dizanin, ya wî ev zedeyî 2500 sal hê dajo. 

 

Ev nûçe 1572 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Şîrove
    Nûçeyên din