Îtalyayê ji ber Covîd-19ê hemû çalakîyên bazirganîyê rawestandine

Îtalyayê ji ber Covîd-19ê hemû çalakîyên bazirganîyê rawestandine

Hukumeta Îtalyayê tedbîrên sînordar yên ku ji ber Covîd-19ê roja duşêmê ragihandibû, berfirehtir kirî ye. Herweha lîstikvan Tom Hanks û hevjîna wî Rîta Wîlsonê ragihandîye, ew jî bi vîrûsa Covîd-19ê ketine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Giuseppe Conte, Serokwezîrê Îtalyayê ragihandîye, li welêt ji îro pê ve ji ber vîrûsa Covîd-19ê xeynî xizmetên ji bo gel, wê hemû çalakîyên bazirganîyê bên rawestandin.

Ji ber vîrûsa covîd-19ê li Îtalyayê hejmara mirî û berketîyan her diçe zêde dibe. Ji ber vê jî hukumetê roja dûşema borî hin tedbîrên sînordar ragihandibû. Ji ber zêdebûna nexweşan hukumeta Îtalyayê çarçoveya tedbîran berfirehtir kirî ye.

Giuseppe Conte, Serokê Îtalyayê dîyar kirîye, li pêş her tiştê tendirustîya îtalyayîyan ji bo me girînge û gotîye: "Bê market û dermanxaneyên ku pêdivîyên bingehîn lê tê peyda kirin, ji sibê pê ve hemû mexaze û kargeyên bazirganî wê bên girtin. Hemû kargehên weke xwaringeh, kafe û bar wê xebatên wan bên rawestandin. Dê xizmetên serwîsî ji bo malan bidome."

Herweha li Îtalyayê heta niha hejmara kesên ji ber vîrusê mirîne derketîye 827 kesan, hejmera berketîyan geyîştîye 12 hezar û 462yan.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin