Îtalya- 2 penaberên kurd di bin trênê de man

Îtalya- 2 penaberên kurd di bin trênê de man

.

A+A-

Hejmarek penaberên kurd, piştî gihiştin Ewropayê, li ser rêyeke hesin trênek li wan da û di encama bûyerê de 2 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Rojnamevanê kurd Şoriş Ezîz Surmê ku li Îtalyayê niştecî ye, ji Kurdistan24ê re ragihand; ew penaber kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne û temenên wan di navbera 18-20 salî de ne.

Şoriş Ezîz Surmê eşkere kir ku ew penaber ji herêma Liguria ve bi rê ketine, da ku biçin Fransayê û li ser rêyeke hesin meşiyane ji bo rêyê winda nekin.

Surmê diyar dike ku ew trêna li ser vê rêyê diçe, trêneke bilez e û bi leza 100 kîlometre di demjimêrekê de diçe.

Şoriş Ezîz Surmê behsa wê yekê jî kir ku heta niha nayê zanîn ew çawa hatine Îtalyayê, lê berî niha li devera Lecce hatine karantînakirin û ew ji kampê reviyane û hewl dane bigihin bakurê Îtalyayê, da ku ji wir biçin Fransayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin