Îstîxbarata Tirkiyeyê li Efînê parêzerek desteser kir

Îstîxbarata Tirkiyeyê li Efînê parêzerek desteser kir

Li Efrînê, îstixbarata Tirkiyê kesayetiya Efrînî parêzer Sadiq Necar yê temen 71 salî li Seraya Efrînê desteser kirine.

A+A-

Parêzer Ebdilrehman Necar li ser rûpela xwe ya tora civakî belav kir, îstixbarata Tirkiyê roja 8ê vê mehê birayê wî yê mezin parêzer Sadiq Necarê 71 salî li Seraya Efrînê dema li karê xwe bû, girtin.

Da zanîn jî, piştî girtina Parêzer Sadiq, îstixbarata Tirkiyê avêtin ser mala wî ya li gundê Keferdela Jêrîn û pişknîn kirin û bi bihaneya moleta wê ji Rêveberiya Xweser wergirtiye damençeya wî birin. Herwiha dest danîn ser kompîtura kurê wî jî.

Parêzer Ebdilrehman Necar bang li rêxistin û saziyên yasayî û yên pêwendîdar yên navdewletî kir, fişarê li Tirkiyê bikin bo rêzê li biryar û yasayên Netewên Yekgirtî yên aştî û şer bigire û wek dewleteke dagîrker bi erkê xwe rabe û hemû girtiyan azad bike.

Parêzer Sadiq Necar kesayetiyeke navdar û rewşenbîr ê Efrînê ye, temenê wî 71 salî ye û nexweşiya rebo pê re heye.

Berî çend rojan Grûpên çekdar şanogerê Kurd Husên Bozo jî girtibûn û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Herwiha ji heyama 3 mehan ve jî Dr. Ehmed Silêman girtî ye û çarenivîsa wî ne diyar e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin