Îsraîlê êrîşî herêmên derdora Şamê kir

Îsraîlê êrîşî herêmên derdora Şamê kir

.

A+A-

Hêzên asmanî yên Îsraîlê, şeva borî êrîşî herêmên derdora Şamê kirin.

Li gor ajansa SANA ya fermî ya Hikûmeta Sûriyê, nîvê şeva borî derdora 01, sîstemên berevaniya asmanî yên artêşa Sûriyê, rûbirûyê êrîşeke asmanî ya hêzên Îsrailî bûne.

Ajansê destnîşan kiriye, êrîş bi moşekan ji bo ser derdora Şama paytext hatiye kirin û sîstemên berevaniyê piraniya wan moşekan berî ku bigihîjin armancên xwe, jinav birine.

Çavkaniyeke serbazî ji SANA re aşkere kiriye, ku di encama êrîşê de 4 serbazên Sûrî birîndar bûne û hin zerar û ziyanên maddî jî çêbûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin