Îsraîlê êrîşî Hamasê kir!

Îsraîlê êrîşî Hamasê kir!

Balafirên şer yên Îsraîlê bi hinceta ku hin filistînî sînor derbas kirine êrîşî hedefên Hamasê û kelekên masîgirên li bendergeha Xezzeyêbûn kirin.

A+A-

Li gor nûçeya Rojnameya Haaretz balafirên şer yên Îsraîlê li sînorê Xezzeyê bi moşekan êrîşî du şikevan û tunelên aîdî lîvaya Kassam a baskê çekdarên Hamasê kirin. Çapemeniya Filistînê diyar kir ku du kelekên bo dorpêçkirina li sînorê Xezzeyê ji holê rake, beriya ji bendergehê bi rêkevin rastî êrîşa bi moşekî hatin.

Niştecihên herêmê daxuyandin ku 3 dengê teqînê ji bendergehê hatine bihîstin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di êrîşê kesên birîndar tunene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin