Îsraîlê bi tundî êrîşî hêzên Îranê li Sûriyê kir

Îsraîlê bi tundî êrîşî hêzên Îranê li Sûriyê kir

Îsraîlê şeva borî bi moşekan êrîşî hêzên Îran û hizbullahê yên li Şamê kir. Rûsyayê ragihand 4 leşkerên Sûriyê

A+A-

Hat ragihandin, êrîşên Îsraîlê yên vê carê ku bi ser hêzên Îranê de pêk aniye gelekî tund bûye û çend binke û depoyên çekan ên Îran û milîsên wê hatine armanckirin.

Li gor medya Erebî û Ajansa Fermî ya Dewleta Sûriyê SANAyê jî Îsraîlê bi fuzeyên menzîldirêj ên ji bejahî û hewayî êrîşî erdên Sûriyê kiriye û gelek moşekên Îsraîlê berî bigihin armancên xwe ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Sûriyê ve hatine ruxandin.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyeke li ser êrîşên ser armancên Îranê de got, "Artêşa Parastina Îsraîlê van kêliyan (dema êrîşê) li armancên Feylaq el Quds (girêdayî artêşa pasdarên Îranê ye) dixe.”

Rûsya: 4 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê êrîşa moşekî ya Îsraîlê ku şeva borî li paytexta Sûriye Şamê pêk anîbû de, ragihand ku 4 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Wezaretê herwiha diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyê, bêhtirî 30 fuzeyên kruz û moşek beriya bigihin armancên xwe ruxandine.

 
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê êrîşa Îsraîlê şeva borî ji demjimêr 02:11 heta 02:56an berdewam kiriye.

Artêşa Îsraîlê jî dema êrîşê ragihandibû ku ew armancên Feylaq el Qûds ên girêdayî Îranê bombardiman dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin