Îsraîl derdora Şamê bomebebaran kir

Îsraîl derdora Şamê bomebebaran kir

Îsraîlê êrîşî hejmarek bingehên artêşa Sûriyê û hêzên Îranî li Şamê û Der'ayê kirin.

A+A-


Ajansa “SANA”  a Sûrî ya fermî ragihand, îro demjimêr 1:30 firokeyên Îsraîlê êrîşî navçeya Til Hare li gundewarê Der'ayê kir û tenê ziyanên madî bûn.


Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê êrîşî pêgehên hêzên biyanî yên li Sûriyê (hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî) li Der'a û Şamê kir û ziyanên canî di wan êrîşan de hebûne.


Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê binkeyên hêzên Libnanî û Hizbulah û artêşa Sûriyê bombebaran dikin.


Firokeyên Îsraîlê 1ê vê mehê jî binkeyên artêşa Sûriyê, hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li gundewarê Şam û Humsê bombebaran kiribûn, di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çê bûn.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin