Îsmaîl Beşîkçî: Weşanxaneyên Kurdî wek Ronesansa Kurdan e

Îsmaîl Beşîkçî: Weşanxaneyên Kurdî wek Ronesansa Kurdan e

.

A+A-

Li Stenbolê rewşenbîr, nivîskar û xwendekarên Kurd bi helkefta çalakiyeke kultirî ya Weşanxaneya Nûbiharê de li hev kom bûn. Di hevdîtina kultirî de bal hat kişandin ser girîngiya rola weşanxaneyên Kurdî bo pêşketina miletê Kurd. Nivîskarên beşdar amaje kirin ji ber ku li Tirkiyeyê bi zimanê zikmakî Kurdî perwerdehî nayê dayîn, weşanxaneyên Kurdî ji bo Kurdan dibistanek e, pêwîst e her Kurd xwedî lê derkevin.

Gelek nivîskar, weşanger û xwendekarên Kurd li Fatîha Stenbolê bi helkefta vekirina cîhê nû yê weşanxaneya Kurdî Nûbiharê hatin cem hev. Bi rêya vê hevdîtina edebî behsa girîngiya dam û dezgehên kultirî ên Kurdî li ser çand û zimanê Kurdan hatin kirin.

Li gor Rêvebirê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk ji ber ku li Tirkiyeyê bi zimanê Kurdî perwerdehî nayê dayîn weşanxaneyên Kurdî ji bo Kurdan wek dibistan e.

Silêman Çevîk ji K24ê re got: “Li Tirkiyeyê bi zimanê zikmakî Kurdî perwerdehî tune û ev tesîreke xerab li ser zimanê Kurdîn dike û ev bo Kurdan kêşeyek e. Ji ber vê bivê nevê cîhê Nûbiharê û cîhê weşanxaneyên din ên Kurdî ji bo Kurdan dibin mekteb. Mirov li vir xwendin û nivîsandinê hîn dibin, piştre hewla nivîsandinê didin dawiya vê proseyê de dibin nivîskar. Gelek kes hene ku bi derfetên xwe û bi rêya kovar, pirtûkan fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûne. Loma weşanxaneyên Kurdî ji bo milêtê Kurd xwedî girîngiyeke mezin in.”

Rewşenbîrê navdar ê Tirkiyeyê Îsmaîl Beşîkçî jî bal kişand ser girîngiya rola dîrokî ya weşanxaneyên Kurdî.

Rewşenbîr Îsmaîl Beşîkçî got: “Di proseya azadiya miletê Kurd de roleke mezin a weşanxaneyan heye. Ez weşanxaneyên Kurdî wek Ronesansa Kurdan bi nav dikim. Di proseya guhertin û azadiyê de weşanxanêyên wek Nûbihar, Avesta roleke girîng dileyzin. Hêvîdar im weşanxaneyên Kurdî li ser vê rola xwe her berdewam bin û her serkeftî bin.”

Weşanxaneya Nûbiharê ku di sala 1992an de di şert û mercên zehmet de dest bi kar kiriye heta niha ji zêdeyî 400 pirtûk û 157 hejmar kovara Kurdî li ser çand, dîrok, edebiyata Kurd daye çapkirin û belavkirin.

(Çavkanî)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin