Îslamîst hewildin Amedê ji kurdayetîyê dûr bixin!

Îslamîst hewildin Amedê ji kurdayetîyê dûr bixin!

Li Amedê bi navê ”Çima Dîyarbekir muhra Tirkiyeyê ye” konferansek li dar xistine.

A+A-

 Îslamîstên tirk û hinek jî yên kurd ji bo bajarê qedîm Dîyarbekirê ji nasnameya wî ya kurdayetîyê dûr bixin û nasnameya îslamîyeta wî derxin pêş, dikevin nav hewildanan. Armanaca wan jî ew e ku li ser bingeha umetîyê, biratîya îslametîyê xerca yek dewlet, yek al, yek watan û yek milet qewimtir bikin.

Yek ji wan hewildanan ew e ku konferansekê li Dîyarbekirê bi navê ”Çima Diyarbekir muhra Tirkiyeyê ye” li dar xistine. Di bin alaya Tirkî de konferans ji alîyê Platforma Kultur a Diyarbekirê hatîye organîzekirin û dihê de prof û alimên ilahîyetê bêşdar bûne; rêvebirê AKP, MHP û Huda-Parê yên Dîyarbekirê amede bûne.

Axaftina Serokkomarê Tirk Erdogan ku di 1ê Nîsanê de li Dîyarbekirê kirîye, bûye îlhama konferansê ku Erdogan di wê axaftinê de gotîye; Dîyarbkir, dilê Tirkiyeyê û mohra Tirkyê ye.

Konferans ji alîyê berdevkê Platforma Kultur a Diyarbekirê Abdulqadir Aslanoglu ve hatîye vekirin û wî di axaftina xwe de gotîye; ew bi gotinên Erdogan kêfxweş bûne û weha dom kirîye ; ”Diyarbekir bajarê pêygamberan e. Bajarekî sahabaya ye. Dîyarê Evlîyan e. Memleketê alima ye, arifa ye, edîba û saliha ye. Warê ihtişam yê Nasir-î Husrev e. Rawestgaha îlhama Evlîya Çelebî ye. Nezerîgeha Melîkşah e. Umûda Selheddîn e, Şefketa Keyhusrev e: Îmarata Qanûnî ye. Hafizaya medenîyetê ye. Şahidê dîrokê ye: Ronahîya civakan e. Bajerekî muzexanen e. Arşîvxaneya kiteban e”

Dîrokzan Mustafa Armagan, gotîye; ”Kongereya Erziromê tifaqa Tirk û Kurdan bû lê kitêbên dersê vê yekê nanivsîne, divê ev mufredata perwerdeyê wan bihê guherandin. Çima ew edebîyata emperyalîstan di mufredata perwedrdeyê de didin xwendin û di welatekî de bi milyonan însan bi kurdî diaxifin lê ziman û edebîyata wan tune dihê hesibandin. Ku ev tetbîq nebe dê çawa yekîtîya wan û hevpareyîya axa wan bihê parastin.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin