ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e

ÎSÎG: Di tebaxê de 208 karker mirin e

Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) li gorî daneyên eşkere kir di tebaxê de 208 karker mirin e û di 8 mehên salê de jî hezar û 306 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 

A+A-

Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) li gorî daneyên eşkere kir di tebaxê de 208 karker mirin e û di 8 mehên salê de jî hezar û 306 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 

Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora derbarê cînayetên kar a meha tebxê eşkere kir. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di meha tebaxê de 208 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û di 8 mehên salê de jî bi giştî hezar û 306 karkeran jiyana xwe ji dest daye. ÎSÎG di raporê de eşkere dike ku bi sedan karker ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî karker nexweş ketine û heta îro şewbê herî zêde li karker û kedkaran daye. 

ÎSÎG’ê da zanîn ku 224 karker dema dixebitîn bi koronayê ketine û li kargehan, şantiyeyan, li fabrîkayan û qadên çandiniyê û gelek sektorên din li dijî şewbê tevdîr nehatine girtin.  

ÎSÎG’ê di rapora xwe de diyar kir ku herî zêde mirina karkeran li karên wek çandiniyê, înşat, tîcaret, tenduristî, veguhestin, şaredarî, metal û karên giştî û tekstîlan pêk hatiye. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin