ISIG: Di meha Nîsanê de 129 karker mirin e

ISIG: Di meha Nîsanê de 129 karker mirin e

.

A+A-

Di çar mehên destpêkê yên sala 2022an de hejmara karkerên ku di dema karî de mirine bûye 479. Karker herî zêde di sektora avahîsaziyê de mirin e.

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di meha Nîsanê de herî kêm 129 karker di dema karî de mirin e.

Di çar mehên destpêkê yên sala 2022an de hejmara karkerên ku di dema karî de mirine bûye 479. Di Kanûna Paşiyê de 120, Sibat 109 û di meha Adarê de 121 karker mirine.

Ji karkerên ku di çar mehên destpêkê yên salê de mirine jê 428 bi maeş(karker-fermanber) bûne, jê 51 cotkar û esnaf bûne.

Ji karkerên ku mirine jê tene 17 kes serbi sendîkayê bûne, jê 462 jî endamên sendîkayê nebûne.

Ji karkerên ku mirine jê 8 zarok bûne.

ÎSÎGê daye zanîn ku di serî de metal, maden, enerjî û kîmya, di gelek beşên din ên pîşesaziyê de hejmara kesên di dema karî de mirine zêdetir bûye. 

Her wiha hatiye diyarkirin ku ji ber qezayên serwîs/trafîkê jî mirinên di dema karî de zêde bûne û ev agahî hatine parvekirin: “Li gel ku mirinên din beşên kar ên pîşesaziyê de zêde bûne, her wiha ji ber sedemên eciqîn, teqîn, şewitîn, ceryan û hwd. jî hejmara mirinên di dema karî de zêdetir bûne. Di vê çarçoveyê de, qezayên endustriyeyî yên rê li ber cînayetên kar vedikin li bajarên weke Stenbol, Kocaelî, Îzmîr, Manîsa, Bursa, Enqere, Tekîrdag, Sakarya, Dîlok û li bajarên din ên pîşesaziyê zêdetir bûne.” 

ÎSÎGê di rapora xwe de cih daye mirina karkerên ciwan jî û daye zanîn ku bi taybet cînayetên kar ên ji ber moto-kurye, metal-înşaet-tekstîl û hwd. gelek zêde bûne. Her wiha hat gotin ku bi taybet di beşên kar ên çandinî û înşaetê de hejmara zarokên jiyana xwe ji dest didin zêde ye. 

33 karkerên jin mirin e 

Di rapora ÎSÎGê de hatiye destnîşankirin ku di 4 mehên destpêkê yên sala 2022an de bi giştî 33 karkerên jin mirine û weha hatiye gotin: “Her wiha li Tirkiyeyê her sal herî kêm 100 karkerên koçber-penaber jiyana xwe ji dest didin. Gelemperiya wan bêsîgorte, bi pereyekî kêm û di şert û mercên herî talûke de dixebitin. Ev şert û mercên xebatê dike ku mirina gelek koçber-penaberan bê nixûmandin. Gelek girînge ku ji bo karkerên koçber-penaber gavên şênber bên avêtin.”

Rapora ÎSÎGê wiha bi dawî bûye: “Li gorî daneyên li ber dest; di meha Kanûna Paşiyê de 120, di Sibatê de 109, di Adarê de 121 û 129 jî di Nîsanê de, bi giştî jî 479 karkeran mirin e. Ji van karkeran 83 jê karkeran avahîsaziyê, 61 karkerên di karê veguhestinê, 57 karkerên çandinî-daristanê, 36 karkerên bazirganî-buro û 35 karkerên metalê û yên din jî ji beşên kar ên cuda bûn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin