Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Îro yekdengî pir girîng e

A+A-

Avayî tevgerîn û helwesta Tirkîyê û Îranê , di barê rapirsînê (referandum) da Bexdat har kir, wê hêzên xwe yên eskerî, taybetî Heşda Şeibî li başûrê Kirkûkê heşidant û li ser navçeyên dewrûberên herêmê û yekiniyên pêşmerge bû gefek xeter.

Bêdengîya navneteweyî û derzên nava mala Kurdî, taybetî di nava hinek partiyên Başûrî da wêrekî da Bexdadê, jixwe ew li ber fersendek weha bû, ku li ser yekrêzî, hêz û rêveberîya Hewlêrê bandorek xerab bike.

Rojek berê peyamên lawê Mam Celal Talabanî (Xweda rehma lêke), Bafil Talabanî ku bi navê Pavel têt naskirin û fermandarekî di nava Hêza 70mîn ya pêşmerge da ye, hatibû weşandin.

Bi kutî, di peyama xwe da Bafil Talabanî banga hevdîtinên bi Bexdadê va, guhertina parêzgarê Kirkûkê Necmetîn Kerîm û ameje bi pir kêmjimarîya nasnameya Kirkûkê dikir.

Li vira divê em bêjin, ku seroktî û hikumeta başûrê Kurdistanê banga hevdîtinên bê pêşmerc li Bexdadê dike, layê ku deriyê xwe li hevdîtinan ra digre ne Hewlêr e, berevajî Bexdad e.

Di rojek weha da yekdengîya başûrê Kurdistanê pir girîng e, bila hemû hêzên siyasîyên başûrê Kurdistanê zanibin ku banê hemûyan yek e, dema ev bêt xarê tenê yek rêzek ne, berevajî her kes di bin da dimîne.

Ez naxwazim demoralîya gelê parçeyên din jî bifikirim.

Welat yê me hemûyan e, xeletî û kêmayîyên rêveberiyê nabe sedem, ku hinek kes rê ber hêzên dagirker xweş bikin, wana wêrek bikin.

Ne nuha tenê, herweha li heçar parçeyên Kurdistanê dewletên dagirker Kurd neçarê berxwedanek çekdarî kirin, tenê mînakek tine ye ku hêzên kurdî bi keyfî çek rakiribin û êrişên herêmek li derveyî axa Kurdistanê kiribin.

Li hêlekê Kurd neçarê rakirina çek hatin kirin, li hêla din, li hevdîtin û dayinûstendinan ra hemû deriyên xwe digrin, mercan datînin, ev banga aloziyê bixwe ye.

Bomînak, Bexdat hevdîtinê pêşmerc dixwaze, bi ya wê divê rapirsîn bêt hilweşandin, hemû deriyên tixûb bikevin bin desthilata Bexdadê, taybetî hinardekirina (îxracat) neftê bikeve bin desthilata Bexdadê û êdî li ser Bexdadê va bêt kirin.

Bi ya hinek kurdan divê ew merc bên qebûl kirin û bi Bexdadê va dest bi hevdîtinan bêt kirin.

Ev behsa geşdarîya rewşa civakî ya başûrê Kurdistanê dikin, bi ya wana taqeta aborîya başûrê Kurdistanê berê baş bû, lê nuha xera bû ye!

Rast e berê baştir  bû, lê sedemên nizmbûna asta aborîya ya îro siyaset û helwesta Bexdadê ye, bê guman xeletiyên rêveberîya Başûr jî heye, lê ev jî ji bêdewletiyê rû dide, ji ber ku ger dewletbûya pişkinîn ( muraqebe) dê hebûya.

Dixwazin di serbendekê (paragraf) da dîtinek xwe bêjim: Bi ya min sedemek din jî heye, min divê bêjim; mixabin li Başûr hinek kesên siyasî, an kesên ku ji hêzên siyasî sûdê werdigrin, bi derfetên ku ji hêzên siyasî bi destxistine bona xwe sîstemek afirandine, naxwazin ev xera bibe.

Desthilata Bexdadê ji serxwebûnê çêtir dibînin, ji ber ku serbixwebûn sîstema wana, berjewendiyên wana, karîyera wana xera dike.

 

Pêvejoyekî dijwar dest pê dike, rêznegirtina dewletên dagirker li vîna gelê başûrê Kurdistanê û hiqûka navneteweyî alozîya herêmê kûrtir dike.

Di alozîya herêmê da ti berpirsyarîya hêzên Kurdistanî tine ye, berevajî ewan bedelên giran li dervayî axa welatê xwe didin, bi deh hezaran kesên sivîl ji destê teroristan azad kirin.

Şer û têkoşîna li dijî teroristan, taybetî li dijî DAİŞê bona ewlehîya Cîhana Rojava gellekî girîng e û bi bedelên giran hat/têt dayîn.

Heçkû, rapirsîna başûrê Kurdistanê, taybetî bona dewletên dagirker derfetek giranbûha bû, ger ev pêvejo bêalozî, bêêriş û bêşer encam bide, ango li vîna gelê başûrê Kurdistanê rêz bêt girtin, wate ev e, ku li navçeyê pirsa Kurd û Kurdistanê di encamê rê û rêbazên demokratîk da çareser dibe.

Rastiyek berbiçav e, ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, neteweya Kurd û gelê Kurdistanê azad nebe, alozîya ku ji ber pirsa Kurd û Kurdistanê rû dide bi dawî naye, dewletên dagirker jî aram nabin, navçe her dê aloz be.

Bi gotinek din, heta ku li vîna gelê Kurdistanê rêz neye girtin, ev azad nebe li dewletên dagirker demokrasî cîbicî nabe, ev aramîya navxweyî nabînin.

Divê dewletên dagirker vê rastiyê bibînin û rêz li encamên rapirsînê bigrin, daku ev pêvejoyekî demokratîk e.

Divê dagirker jibîr nekin, ku neteweya Kurd dê stûyê xwe li ber kêra wana xwar bike

Sed sal jî here, bi sed hezaran jî kes jîyana xwe jidest bidin, biencam çareserî hiqûk û demokrasî ye.

13.10.2017/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin