"Îro tu rêxistin bersîva rojevê nadin"(!)

"Îro tu rêxistin bersîva rojevê nadin"(!)

Bûbê Eser

A+A-
Me weke kurdên bakurê Kurdistanê piştî salên 1970 û pêve, her em xwedî li rêxistinên xwe derneketinin, her me dianî û anîbû zimên ku van rêxistinên heyî bersîva rojevê nadin. Loma her hatiye gotin û tê gotin;  ji bona me ji bona bakurê kurdistanê rêxistineke nû, bi perspektîfên cûda derkevin qada xebata siyasî, lazim e.

Heger hûn jî bi bîr bînin li ser vî asasî li ser û li gor vê xebata kurdên bakurê kurdistanê heta niha hatiye û hê jî berdewam e. Ez bawerim ev nexweşî jî ji çepên tirkan ketiye nava me û hê jî didome...

Loma jî me, we, hinan her xwestine ji bona wê perspektîfa nûjen bibînin her karê wan bû bû perçekirina partî an rêxistinên heyî. Bi vê yekê jî nehişt an nexwestin li bakurê kurdistanê partiyek, rêxistinek ku bikaribe bibe altarnatif û dengê kurdan derneket.

Ma wê çawa derketa? Çi dema partî an rêxistineke dihat wê rewşa ku tam wê biba muxalefet kuardan, hew mirov didît ku perçe bûye, ji hev ketiye, lawaz û bê xêr hiştine.

Bi vê yekê jî heta niha bakurê kurdistanê li hember hemî xerabî, nebaşiyên heyî nikarin dengekî weke muxalefeta kurdan derxin.

Ji dêlva ku em li ser vê bisekinin û vê çareser bikin. Ez dibînim hê jî hin ji siyasetmedarên me yên berê ku çend rêxistin û partî bi destê wan hatine hilweşandin, ji partî û rêxistinên îro jî ne kêfxweş in û dibêjin; "Pêwîsîtiya partiyeke nûjen heye".

Ji dêlva destê xwe bixe bin kevir û bi tecrubeyên xwe, bi zanîna xwe ji partî û rêxistinên îro hene re bibe alîkar, daxwaza wan î veşartî ew ku yên hene jî ji ber ku ne nûjen in, pêwîstiye rêxistinek nûjen heye.

Li gor min ev ne armanceke dilsozaneye. Heger em ew kesên ji xwe re dibêjin; em welatparêzin, divê êdî em dev ji mazeretên weha berdin. Helbet herkes ne mecbûr in ku karê rêxistinî bikin. Yên naxwazin bikin jî divê ji hinên din re nebin asteng.

Ji ber vê ez dibêjim; îro ew rêxistina ku em lê digeriyan û me gelekan dixwestin ku em rêxistineke weha damezrînin, heye. Ne yek heta çend heb jî hene. Lê hê jî ez dibînim dengê nerazîbûnê, dengê ne xweşhalbûnê tê.

Min hin caran gotiye û disa dibêjim ku ew rêxistina em gelek lê digeriyan û dixwest partiyeke weha li bakurê Kurdistanê bê damezrandin, heye û hatiye damezrandin. Ev serê çend salan e ku li gor rê û rêbazeke, li gor berjewendiya gelê xwe di ser rê de ye û roj bi roj bi gavên asasî bi pêşve dihare.

Li gor kêmbûna derfetên aborî, li gor kêmbûna endaman û li gor zêdebûna rewşa xerab û awerta karê hêja û delal ji bona gelê xwe dike. Ev partiya li gor berjewendiya gelê xwe kar dike û roj bi roj gavên berbi azadiya gel diaveje, hê jî em gelek jê nexweş hal gin.

Ez her meraq jî dikim ku ew kesên ji partiyên îro hene ne razîne, ne kêfxweş in, gelo partiyeke çawa û çilo dixwazin jî diyar nakin. Tenê bi rexnên rijî, dixwazin hêza heye kêm qawet bikin. Ez vê weha fêm dikim.

Ka carekê jî be em kurdên bakurê kurdistanê xwe biguherin û bi hêza xwe, bi perên xwe, bi mejiyên xwe alîkariya wê partiya dilsozê gelê xwe, wê partiya xwe weke partiya temama kurdan dibîne, bikin.

Heger îro em ew kesên bi salan siyaset kirine, heger em ew kesên xwedî tecrubeyên delal in, heger em ew kesên ku hê hin hezkiriyên me jî hene, bi hêza xwe, bi bawerî û tecrubeyên xwe bikevin nava partiya azadiya kurdistanê, hûn bawer bikin ew ê di demeke pir kinde bibe ew muxalefeta ku em lê digeriyan. Lê em vê nakin û her ji hemî rêxistinên heyî re, ne razî ne.

Min carekê gotibû ku ez niha ji ber çend sedemana nikarim bibim endamê PAKê. Ji ber ku dema me re bû endam  divê mirov erkê endambûnê bîne cih. Ê min:

Bi salên xwe mezin im û nikarim weke ciwanekî/ê baz bidim, di nava xelkê de bixebitim. Lê weke kesayetiyekî xwedî tecrube, dikarim; bi tecrubeyên xwe, bi nivîsên xwe  alîkariya PAKê ve rabin.

Çend xebatên min yên edebî ku bi salane li ser wan kar dikim hê neqediyanin û divê berî mirinekê wan biqedînim.

Ya na ji bona min bi endambûna PAKê kêfxweş û serbilind dibim. Lê dîsa jî ji bona vê partiya delal ku daxwaza wê li ser xeta netewî azadiya kurdistanê ye, çi ji min bê, weke endamekî çalak li gor şertên xwe dikarim bi alîkariya wê ve rabin. Daxwaza min ji hezkirên min ev e ku hêza xwe, qaweta xwe li vir bikin yek da ku dengekî berz li ser asasê xeta neteweyî li bakurê kurdistanê derkev e.

Ha çi demê kêmaniya PAKê jî bibînim ez ê wê rexne bikim bila ev jî weha bê zanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin