Îro salvegera Komkujiya Gara Eneqereyê ya 10ê Cotmehê ye

Îro salvegera Komkujiya Gara Eneqereyê ya 10ê Cotmehê ye

Sê sal berê di Mîtînga Aştiyê ya li ber Gara Enqerê de, di encama êrîşeke bombeyî de 103 kesên aştîxwaz hatibûn kuştin.

A+A-

weysel-û-diya-wî.jpgCangoriyê herî piçûk Weysel Atilganê 8 salî bû. Weysel, bi bavê xwe Îbrahîm Atilganê re ketibû rê û çûbû mîtînga li Enqerê da ku daxwaza aştiyê bo pêşeroja xwe bike. Di encama teqînê de digel bavê xwe canê xwe ji dest dabû di 8 saliya xwe de.

weysel-û-bavê-wî.jpg

Diya Weyselî, Nezahat Atilganê ku di vê êrîşa kambax de hem kurê xwe yê 8 salî hem jî hevjînê xwe ji dest dane, bo danişînên doza komkujiyê dibêje: Çi dema ku diçime van danişînan wisa dihizirim ku weke ku lîstikek didin pêşkêşkirin, weke ku fîlmeke temaşe dikim. Atilganê dibêje ev doz edaletê bi xwe re bînin jî êdî kurê min û hevjînê min li min venagerînin, pûç û vala ne.

 

Nezahat Atilganê behsa roja çûyîna wan bo mîtîngê jî wiha dibêje:

Rojek berê, Weyselî gotibû ez ê jî bi bavê xwe re biçim, lê bavê wî dogot ne li gor wî ye û dikir Weysel qanî bike û got bes ez ê hevalên  xwe bibînim û vegerim, ew ne cihê li gor  te ye, biştî vegerim ez ê te derînim derve.

Nezahat Atilganê dibêje her roja ku min bi zorê bo dibistanê Weysel şiyar dikir, wê rojê serê sibê zû rabûye giriyaye gotiye bavê min li ku ye. Min dikir wî qanî bikim û digot bavê te radizê jî bawer nedikir û digirîya digot ez ê jî biçime mîtîngê.Çû derî asê kir û mifte jî veşart da ku bê wî bavê wî neçe Enqerê. Wê rojê Weysel pir bi hestiyar bû, me jî fahm nekir ka çima. 

Piştî ku dê û bavê xwe qanî dike, Weyselî, wekî bavê xwe porê xwe bi bavî dide şekirin, cil û bergên xwe li xwe dike û bi bextewariya ku bi bavê xwe çûye, dikeve rê...

Atilganê dibêje, tiştê ku piştî çûyîna wan tê bîra min, telefonên xeberê nebixêrê..û min televîzyon vekir, nûçe derbas dibûn....

Nezahat Atilganê digel ku kurê xwe û hevjînê xwe winda kiriye, bo 3 keçên xwe dijî. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin