Îro roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye

Îro roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye

Pîrozkirina roja zimanê dayikê ji alîyê United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization UNESCOyê vê ji bo balkişandina ser heqên perwerdeya ziman ê xelk netew û miletan hatîye îlankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bi vê rojê tê xwestin ku civakên li ser ruyê cîhanê wateya pirengîya ziman û çandan fêm bike. Bizanibe û bikaribe li hemberî zimanên dî jî xwedî tolerans be. Dîrok û çîroka vê roja taybet ji alîye UNESCOve hatîye dîyarkirin Bangladeşîyan 21ê sibatê ji bo vê dezgehê pêşnîyar kirîye. Ji ber ku li bangladeşê di roja 21ê sibatê ya sala 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê dayikê de polîsan 11 xwepêşenderên ku daxwaza zimanê dayikê kirine kuştibûn.

Bangladeşî her sal 21ê sibatê de roja şehîdên zimanê xwe bibîr tînin. Wek tê zanîn Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê,urdû bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên cida cida dîyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdû, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê dayikê domandin. Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdû û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê dayikê qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand. Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan yê perwerdeya zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin