"Îro roja bawerbûn bi hêz û yekrêziya gelê me ye"

"Îro roja bawerbûn bi hêz û yekrêziya gelê me ye"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişên Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê û deverên Kurdistanî de peyamek belav kir.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişên Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê û deverên Kurdistanî de peyamek belav kir.

Beyana ku di malpera seroktîya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Raya giştiya Kurdistan, Iraq û cîhanê

Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê li bin gef û zulmê da bûye û mafên wê hatiye binpêkirin. Li vê dîrokê de gelê Kurdistanê berevaniyê li nasnameya xwe kiriye û rastî jenosayd û komkujiyê hatiye ku ya dawî jî êrîşa dirindaneya terorîstên Da'îş bûye li ser Kurdistanê û jenosayda Kurdên Êzîdî. Li gel eve da jî gelê Kurdistanê herdem li rêya çareseriya aştiyane da hengav avêtiye û tu demekî me şer nexwestiye, belku şer li ser me da hatiye sepandin û hemû hewlên me ji bo çareseriya aştiyane bûye ji bo mayîna me û gihîştina armancên me. Armanca me ya serekî jî herdem asayîş û mafên gelê Kurdistanê bûye.

Hemwelatiyên xweşdivî

Ewê li bajarê Kerkûkê rû daye, derencama biryara yek aliyaneya çend kesek li nav aliyekî siyasi ya navxweya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin paşve vekişin û li encama vê paşvekişanê, hêla temasa pêş destpêkirina operasyona azadkirina Musil li 17.10.2016 li navbera Bexda û Hewlêrê bûye bi bingeha hevdû têgihîştina li çawayiya belavbûna hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê.

Cemawerê Kurdistanê piştrast dikîn ewê pêwîste û tê kirin, bi navê parastina destkeftên me û aramî û asayîşa xelkê da encam didîn.

Niha jî dakokiyê li ser parastina yekrêzî û xweragiriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasiyan dikîn û daxwazê ji dezgehên ragihandinê dikim bi giştî li çarçoweya hestkirina bi berpirsiyarêtiya neteweyî û niştîmanî muamele li gel rewşa hestiyara Kurdistan û Iraqê da bikin.

Gelê xweragirê Kurdistanê, cemawerê dilsoz û xwebexş, Pêşmergeyên qehreman, kesukarê şehîdên me yên serbilind, ew xwîna zarokên we li rêya azadiya Kurdistanê de bexşiye û îro jî her tê bexşîn, ew dengê zelala bilinda ku we ji bo serxwebûna Kurdistanê xistiyerû û we gihande hemû gelan û welatên cîhanê, rojek ji rojan bi vala naçê û bi vala jî nadîn.

Gelê Kurdistanê bi hîmeta hêz û zarok û gedeyên qehreman zû yan dereng her digihe armancên xwe yên rewa û pîroz. Îro roja bawerbûn bi hêz û yekrêziya gelê me ye.

Mesûd Barzanî
17.10.2017

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin