Îro lêpirsîna derbarê Trump de destpê dike

Îro lêpirsîna derbarê Trump de destpê dike

Îro li Amerîkayê bi awayekê fermî derbarê serokê welat Donald Trump de lêpirsîn dest pê dike. Lê belê Trump bixwe îro li Amerîkayê nîne û ji bo beşdarîkirina di Korbenda Aborî ya Cîhanî, li Davosa Swîsreyê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro biryar e lêpirsîn bi ‎‎45emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump re bihê kirin. Trump dibe çaremîn Serokê Amerîkayê ku lêpirsîn pê re tê kirin. Lêpirsîna piştî wê biryara Kongrêsê tê, ku bi piranîya dengan encamdana lêpirsînê pesend kiribû.

Serokê Dadgeha Amerîkayê, John Roberts ragihand: “Rûniştina Encûmena Pîran wek dadgeheke taybet bi lêpirsîna derbarê Serokê Amerîkayê de bo 21ê meha Çile, demjimêr yekê piştî nîvro hat paşxistin.”

Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku piranîya kursîyên wê di destê Demokratan de ye, bi armanca dûrxistina Trump ji desthilatê ew lêpirsîn dane destpêkirin.

Trump li ser xirab bikaranîna desthilatên serokatîyê û herwiha çêkirina astengan li ber karên Kongrêsa Amerîkayê ji alîyê Encûmena Nûneran ve hatîye tometbarkirin.

Herdu madde ji Senatê re hatine şandin, li wê derê û bi amadebûna Serokê Dadgeha Bilind a Amerîkayê, hemû senatoran sonda yasayî xwarin, daku bi awayekî dadperwerî ligel vê mijarê tevbigerin.

Tîmeke yasayî ku ji 8 kesan pêk tê, dê berevanîyê li Trump bike. Wê tîmê yadaşnameyek belav kirine û têde proseya lêpirsînê red kirine û ragihandine, ku Trump ti şaşî nekirine û lêpirsîn jî dûrketineke metirsîdar a ji destûra Amerîkayê ye.

Trump dibêje, kenê wî bi wê lêpirsînê tê û herwiha çendîn caran daxwaz ji Demokratan kirîye ku di mijara lêpirsînê de lezê bikin.

Tevî ku li Amerîkayê mijara lêpirsîna bi Trump re rojeva wî welatî germ kirîye, lê belê ew bixwe îro mêvanê Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê ye û tê çaverêkirin li wê derê behsa serkeftinên aborî yên Amerîkayê di sedema îdareya xwe de bike.

Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin