Zînet Dînçer

Zînet Dînçer

Hemû nivîsên nivîskar >

Îro jinên kurd pêşengiya azadbûna jinên cihanê dikin

A+A-

 Di  desthilatdariya mêran de cihê jinan û di civaka feodal de jiyana jinan.

Wekî ku tê zanîn di civaka kurdan de jin, ne xwedî biryar û gotin bûn. Rewşeke bindest de bûn. Heta  zewaca wan jî bi biryara bav an jî mezinên malbatê bû.  Jixwe yên bûk an jî keçik  tu mafê wanî axaftinê û biryara wan nebû. Ne xemgîniyên xwe dianîn zimên ne jî bextewariya xwe, her çiqas hestdar bûna jî.

Bijangên xwe bi keserê av didan û destên xwe didan mêran, di nav rîtma xwe kuştina bê dengiyê,  bêdeng diman u razîbûna xwe didan nişandan. Her tevgerek jî ji wan re şerm û qebehet bû, meriv dikare gelek minakan bide, her wiha jina Kurd gelek xem û jan kişandiye .

Jinên kurd bedelên gelek mezin dan. Her çiqas bedelên giran dan ewqas jî distewîyan u bi hêz dibûn.

Ji aliyekî ve desthilatdariya dagirkeran  ji aliyekî ve ya hevjînên xwe, an jî  ji bav û birayên xwe gelekî  bindest bûn. Lê jinên kurd dest bi serhiladanê kir û  hem di eniya  şer de şer kir, hem di siyasetê de xebat kir komele, rêxistin civîn û civakan de cihekî girîng girt.

 Di xwendin u perwerdehiyê de jî gelek serkeftin pêk anî. Xwe gelekî pêş xist. Di roja me de dikare rêveberiya jinên cihanê bike.

Di dirokê de jî navdarên jin ên Kurd hene. Di roja me de jî jinên şervan gelek in. Me minakên gelekî giring dîtin. Di vî şerê paşî li dijî DAIŞê de serhildaneke gewre kirin, ji aiyekî ve şîr didan zarokên xwe ji aliyekî ve jî bi çekên giran şer kirin û bi ser ketin. Di parlementoyan de jî jinên kurd serkeftî ne u cih girtiye. Di warên nivîskarî, sîyasî, aboriyê de jî gelekî serkeftî ne.

Xwedî biryar û irade ne, mafên xwe diparêzin, mafên milletên xwe, mafê zimanê xwe û bi ser bilindayî doza welatê xwe dike. Cih tê dikarê fermanê bike .

Diyar e ku di gelek mijaran de jî  biryarên jinan ji yên mêran diristtir in.

Jinên kurd  bi bedelên giran li hemberî sîstemê, li hemberî mêran, li hemberî dewletan serî hilda û xwe azad kir u bi pêş ket..

Îro jinên kurd pêşengiya azadbûna jinên cîhanê dikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin