Îro 5 sal di ser xeniqîna Alan Kurdî re derbas bûn

Îro 5 sal di ser xeniqîna Alan Kurdî re derbas bûn

Îro 5  sal di ser mirina trajedîk û  xeniqîna zarokê ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, Alan Kurdî yê 3 salî re derbas dibe û di pêncemînn salroja wê bûyerê de malbata Alan Kurdî daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku çavê xwe li ser rewşa zehmet û êş

A+A-

Alan Kurdî yê 3 salî 2ê Îlona 2015 tevî dayik û birayê xwe yê 4 salî yê bi navê Xalib li peravên Bodrum a Tirkiyê xeniqîbûn, piştî ku belema wan di rêya ber bi Yunanê ve noqm bûbû. Termê Alan Kurdî heman rojê li peravên Bodrumê û di demekê de ku li ser rû û singê xwe ketibû û pêlên avê li ser û rûyê wî diketin, hatibû dîtin û belavbûna dîmenê dîtina termê wî bi wê awayê dilşewat, dengvedanek mezin li cîhanê çê kir û bala medyayên cîhanê û herwiha welatan li ser mijara koçberan zêde kir.

Mirina Alan Kurdî bû sedem ku bang li serkirdeyên welatên ewropî were kirin, rêyeke ewle û yasayî bo derbasbûna koçberan bê vekirin.

Li gor ajansa fermî ya Fransayê AFP, meta Alan, Tîma Kurdî di konferanseke rojnamevanî de ku ji aliyê grûpa rizgarker a Sea-Eye ya Almanî ve hatibû sazkirin, bi amajedan bi rewşa xirab a koçberan tekezî li ser guhpêdana bi koçberan kir û got: "Çê nabe ku em çavê xwe li ser wan bigirin û pişta xwe bidin wan û ji wan dûr bikevin."

Tîma Kurdî herwiha got: "Xelk li seranserê cîhanê êşê dikişînin û ew rewş xirabir dibe û baştir nabe. Ew daxwaza alîkariyê dikin."

Malbata Alan Kurdî ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Di nîveka meha  Adara îsal de, ji ber ku destê wan di wê bûyera trajedîk de hebû, cezayê 125 sal zîndanê bi ser 3 kesan de hat sepandin, piştî ku li bajarê Edenê li başûrê Tirkiyê hatibûn girtin.

Grûpa rizgarker a Sea-Eye ya Almanî di Sibata 2019 de ji bo rêzgirtin û bîranîna  Alan Kurdî, navê wî li keştiyekê  kiribû.

Meta Alan, Tîma Kurdî ku Dezgeha Xêrxwaziya Alan Kurdî jibo alîkariya koçberan damezrandiye, herwiha ragihandiye: "Ew xelk, qurbaniyên bê guneh in, ew ji destê zordariyê reviyane, ne bi dilê xwe."

Tîma Kurdî gotiye: "Mixabin bûyera malbata me yek ji wan bûyerên dilşewat  e."

Dema ku pêla koçberiyê di bilindtirîn asta xwe de bû, zêdetirî milyonek kesan ku piraniya wan ji Sûriye, Iraq û Efxanistanê bûn, ber bi Ewropayê ve koç kirin û piraniya wan bi rêya derbasbûna ji Deryaya Spî û bi belemên biçûk û nazik ku gelek caran noqmê avê dibûn, xwe gihandin Ewropayê.

Di meha Adarê de, Komîsyona Penaberan a ser bi Netewên Yekgirtî ve UNHCR ragihandibû, ji sala 2014 ve heta nniha nêzîkî 20,000 kesên koçber di dema hewldanên ji bo gihîştina bi Ewropayê de, li Deryaya Spî xeniqîne.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin