Îro 29emîn Salvegera rizgarkirina Hewlêrê ye

Îro 29emîn Salvegera rizgarkirina Hewlêrê ye

Îro 11.03.2020an e û 29 sal berî niha serhildan û raperîna hemwelatîyan û rizgarkirina paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk hat.

A+A-

Navenda Nûçeyan - 11ê Adar a 1991ê xelkê Hewlêrê serî hilda û bi piştgirîya hêzên Pêşmerge ve sazîyên ewlehîyê, artêş, binkeyên polis û hemû sazîyên din ên fermî dest danîn ser û çekdarên rejîma Beis li daîreya ewlehîyê û menzûmeya şîmalî de hewldan berevanîyê bikin û hejmarek mezin ji wan hatin kuştin û piştre jî hemû hatin girtin û beşek ji wan her li wê derê ji alîyê hemwelatîyan ve hatin gulebaran kirin.

Rizgarkirina bajarê Hewlêrê û raperîn û serhildana gelê kurd a roja 5ê Adarê li Ranya ve dest pê kiribû û piştre beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir û bi rizgarkirina Hewlêrê ve serhildan ket qonaxeke nû û serkeftina gel û hêzên Pêşmerge misoger bû.

PeyamaKurd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin