Îro 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye

Îro 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye

Bila 1ê îlonê bibe destpêka rawestandina operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî

A+A-

Bila 1ê îlonê bibe destpêka rawestandina operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî

Îro 1ê îlonê Roja Aştyê ya Cîhanê yeNetewen Yekbûyî ewilî roja 1ê îlonê wek Roja Aştyê ya Cîhanê pîroz kir. Lê paşê dîsa Netewên Yekbûyî ev roja guhert û roja 21ê Îlone wek Roja Aştîyê ya Cîhanê qebûl kir.

Lê mixabin, ev hêvîyên gelên cîhanê yên aştîxwazîyê bicîh nehatin; piştî bidawîhatina Şerê Duyem yê Cîhanê dîsa şer û qetlîam û jenosîd berdewam bûn.

Li gelek welatan agirê şerî pêketin. Li welatê me Kurdistanê jî, mirin, wêranî, qetlîam û jenosîdan her berdewam kirin.Û îro jî welatê me her bûye cîhê şer û kuştinê.

Êrîş û şer û sîyaseta li dijî Kurdan a Dewleta Tirkîyeyê îro jî her berdewam e.Mixabin hîna jî tu nîşanên aştîyê û yê çareserîya sîyasî li holê tune ne.

Îro jî di nav gelê Tirkîyeyê de tu hêzeke girseyî ku demokrasîyê û aştîyê biparêze mixabin tuneye.

Parêzvan û aktorê esasî yê aştyê û demokrasîyê bes gelê Kurd e û ew jî bi serê xwe maye.

Em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Ev sîyaseta ku hûn li ser esasê şerî dimeşînin, eve 99 sal e tu pirsgirêk çareser nekirine û dê ji îro pê ve jî çereser neke. Sîyaset şerî, pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike.Dest ji vî şerî, dest ji vê sîyaseta ku li ser dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin berdin.

Çalakîyên çekdarî yên PKKyê jî, zerarê dide gelê Kurd, rê ji êrîş û plan û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şerî û ya xetimandina rêya çareserîya pirsgirêkan re xweştir dike. Li Bakurê Kurdistanê pir bi zelalî aşkere bûye ku, şer û çalakîyên çekdarî rêya çareserî û amûrên sîyasî, demokratîk, sivîl digire, têkdide. Jiber vê yekê divê bêyî ku li bendê be Dewleta Tirkîyeyê şerî rawestîne, divê PKK pêştir dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne da ku rê ji sîyaseta şerî ya Dewleta Tirkîyeyê re xweştir nebe.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku, hemû partîyên Kurdan wek mixatap qebûl bike û jibo ku rêya çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê bi dîyalogan vebe gavan bavêje.

Jibo ku ev Roja Aştîyê ya Cîhanê di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de, di bidestxistina azadî, demokrasi, aştî û edaletê de bibe destpêkek, em bangî hemû alîyên peywendîdar yên Kurdistanê û Tirkîyeyê dikin da ku dengên xwe bilind bikin, bihevre gavên hevbeş bavêjin.

Bi minasebeta Roja Aştyê ya Cîhanê careke din em dixwazin bînin bîra hemû dewletên cîhanê û bîra gelên cîhanê ku, kilîdeke esasî ya aştîya Rojhilata Navîn û ya Cîhanê jî azadîya Kurdistanê û mafê çarenûsîya miletê Kurd e li her çar perçeyên Kurdistanê.

1ê Îlona 2022yê

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin