Iraqê hêzeke mezin şand ser sînor

Iraqê hêzeke mezin şand ser sînor

Rêveberê bajarokê Sîdekanê ragihand, “Hêzeke zêde ya Pasewanên Sînor ên Iraqê hatine sînorê bajarokê Sîdekanê.”

A+A-

Îhsan Çelebî, Rêveberê bajarokê Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve li parêzgeha Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand ku “di heyama 2 rojên derbasbûyî de hêzeke zêde hatîye sînorê Sîdekanê ku Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê ne û armanca wan pêkanîna 6 cihên serbazî ye li navçeyê.”

Rêveberê bajarokê Sîdekanê behsa wê jî kir, “Her yek ji Qelereş, Berbizîn, Geruya Zîn, Kotî Hacer û Goşîne hatine destnîşankirin ji bo  baregehên serbazî yên hêzên pasewanên sînor, lêbelê li hinek cihan heta niha PKK rêgir e.”

Îhsan Çelebî red kir ku Hêza Pêşmerge ji bo sînor ketibe nav tevgerê û got, “Hêza Iraqî hejmara wan kêmtir ji 500 serbaz dibe ku 10 bo 15 Hemer û bi dehan otomobîlên serbazî ku doşka, BKC û hewan li gel in. Çelebî ragihand ku makîneyên kar jî li gel wan hêzan e ku pê rê çê bikin."

Ev di demekê de ye ku Firokeyên bêfirokevan ên Tirkîyê duh piştî nîvro li devera Sîdekanê pasewanên sînor yên Iraqê li gel hejmarek gerîlayên PKKê kirin armanc, di encamê de 2 emîdên Kurd, di hêzên pasewanên Iraqê de, û fermandarekî PKKê jîyana xwe ji dest dan, herwiha du serbazên din jî birîndar bûn.

Bi gotina rayedaran Hêzên Pasevanîya sînor a Iraqê duh Sêşemê 11ê Tebaxê saet 14.45 li navçeya Bradost Hêzên Zêrevanên Sînorî yên ser bi hikûmeta Iraqê ve xwestîye bi gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, lê di dema civînê de, firokeyên bê firokevan ên Tirkîyê ew bombebaran kirine.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hemberî nerazbîbûna xwe nîşan da û ragihand ku divê gerîlayên PKKê û Tirkîyê şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibin.

Serokomarîya Iraqê êrişa Tirkîyê şermezar kiribû û ragihandibû ku armancgirtina herêma Sîdekanê weke binpêkirina serwerîya xwe dibînin û ew êriş li dijî hiqûqa navnetewî ye.

Herwiha Iraqê Balyozê Tirkîyê yê li Bexdayê vexwend Wezareta Derve û yadaştnameyek radest kir ku tê de daxwaz tê kirin Tirkîye demildest êrişên xwe rawestîne û hêzên vekişîne.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin