Iraqê daxwaza vekişîna hêzên Tirk ji Çavuşoğluyî kir

Iraqê daxwaza vekişîna hêzên Tirk ji Çavuşoğluyî kir

Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amîrî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxwaz kir, ku bila hêzên leşkerî yên wan ji nav axa Iraqê vekişin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu doh 11ê Cotmehê di çarçoveyeke serdaneke fermî de çûbû bajarê Bexdaya paytexta Iraqê.

 

Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya serdana xwe de li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Adil Ebdulmehdî, ku bi avakirina hikûmeta Iraqê hatibû peywirdarkirin, Serokê Bizava Hikme ya Niştimanî Emmar Hekîm û Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amîrî civiyabû.

 

Di derbarê civîna Çavuşoglu û Amîrî de ji aliyê Hevpeymaniya Fetihê daxuyaniyek hat belavkirin û têde hat gotin:

 

“Îro 12ê Cotmehê li Bexdayê Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amîrî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu kir. Di hevdîtinê de hinek mijarên di navbera Enqere û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.”

 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Hadî Amîrî di hevdîtina xwe ya li gel Çavuşoglu de daxwaz kiriye ku bila Tirkiye li ser soza xwe be û alîkariya avê bo Iraqê zêde bike.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Amîrî herwiha daxwaz kir, ku bo peywendiyên di navbera herdu welatan de zirarê nebînin, divê leşkerên Tirk ji nav axa Iraqê vekişin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyêde jî hatibû gotin Bexda û Enqereyê li  ser mijarên wekî pirsa avê, têkiliyên dualî, aborî û têkoşîna li dijî terorê û jinûveavakirina Iraqê gotûbêj kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin