IRAQ/ Polêsan bi tundî êrîşî xwepêşanderan kir!

IRAQ/ Polêsan bi tundî êrîşî xwepêşanderan kir!

Li paytexta Iraqê Bexdayê, bi hezaran kes li Qada Tehrîr kom bûn û dest bi xwepêşanedanê kirin.

A+A-

Îro Înê (20-07-2018) li parêzgehên Bexda û Besrayê, ji bo daxwaza dabînkirina pêwîstiyên sereke yên weke av, elekrtrîk û derfetên kar, xwepêşandanan dest pê kir.

 
Çalakvan vê çalakiya xwe wek ‘Şoreşa Birciyan’ binav dikin û dibêjin heta hikûmeta Iraqê daxwazên wan cîbicî neke ew dest ji çalakiya xwe bernadin.
 
Kesekî canê xwe ji dest da!
 

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Dîwaniyeyê ji ajansa AFPê re ragihand, ku di dema xwepêşandanan de xwepêşanderekî 20 salî bi çek hate kuştin.

 

Herwiha hêzên ewlekariyê bi tundî bersiv dane xwepêşanderên paytext Bexdayê.

 

Di dema çalakiyê de Hêza Swat a Taybet, bi gaza rondikrêj rûbirûyê xwepêşanderan bû. Di dema aloziyan de piraniya xwepêşanderan ji ber gazê ketin û di nav wan de rojnamevan jî hebûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin