IRAQ/ Li Zîqarê 28 xwepêşander birîndar bûn

IRAQ/ Li Zîqarê 28 xwepêşander birîndar bûn

Li parêzgeha Zîqarê ya li başûrê Iraqê girjî û alozî ket navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê û bi guleyan rûbirûyî hev bûne.

A+A-

Li gor zanyariyên dawîn,15 endamên hêzên ewlehiyê bi keviran birîndar bûne, li hemberê jî 13 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlehiyê birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Jêder behsa wê yekê dikin, dema xwepêşanderan xwastine bikevin ser avahiya Encûmena Parêzgehê, di navbera wan û hêzên ewlehiyê de alozî derket û hemû karmendên wê encûmenê jî reviyan.

Hêzên ewlehiyê bi gule û gaza rondikrêj hewl dan xwepêşanderên ku li pêş Encûmena Parêzgeha Zîqarê kom bûne belav bikin.

Herwiha, xwepêşanderan baregeha rêxistina zîndana siyasî şewitandine û niha berê xwe baregehên partiyan.

Ji ber nebûna av, kehrebe û bilindbûna rêjeya bêkariyê, hefteyek e xwepêşandan li hejmarek parêzgehên başûr û naverasta Iraqê rû didin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin