Li Mûsilê êrîşî ser Berhem Salih û karwana otomobîlên pê re hat kirin

Li Mûsilê êrîşî ser Berhem Salih û karwana otomobîlên pê re hat kirin

Berhem Salih ji ber êrîşa welatiyan, neçar ma ku cihê bûyera ser Çemê Dîcleyê biterikîne.

A+A-

Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro serdana Mûsilê kir, ji bo ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşa kesûkarên qurbaniyên bûyera Çemê Dîcleyê bike, lê belê welatiyên Mûsilê êrîşî ser wî û karwana otomobîla wî û piştî çend xûlekan ji ber êrîşê, Berhem Salih neçar me ku cihê bûyerê bi cih bihêle.

Roja pênşemiyê, di encama noqbûna yextekê de li nav Çemê Dîcleyê li navçeya Xabat a Mûsilê, zêdetirî 100 kes xeniqîn û çendîn kesên din jî heta niha winda ne û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Îro Înê Serokomarê Iraqê, Berhem Salih îro serdana Girava Geştyarî ya Mûsilê kir, lê rastî êrîşa welatiyên Mûsilê û kesûkarên qurbaniyên bûyera ser Çemê Dîcleyê hat.

Kesûkarên qurbaniyên bûyerê û welatiyên Mûsilê, ji berpirsên bajêr û Iraqê bi giştî nerazî ne û ji ber wê yekê dema ku karwana otomobîlên Berhem Salih gihîşte cihê bûyerê û ew ji otomobîla xwe daket, rastî êrîşa welatiyan hat û neçar ma ku wî cihî biterikîne.

Welatiyên Mûsilê tevî wê çendê, bi keviran êrîşî ser otomobîla Berhem Salih û otomobîlên din ên pê re kirin û camên otomobîlan şikandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin