IRAQ/ Kontrola navçeyekê kete destê DAIŞê

IRAQ/ Kontrola navçeyekê kete destê DAIŞê

Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê kontrola navçeya Hadise ya Enbarê bi dest xist û artêşa Iraqê jî ji herêmê reviyaye û polîs jî di navde gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

A+A-

Li gor nûçeyên çapemeniya Iraqê, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê îro berê sibehê êrişî navçeya Hadise ya Enbarê kirin.

Piştî ketina milîtanên DAIŞê ya navçeyê artêşa Iraqê ji herêmê vekişiyaye û di dema vekişandinê de li çend cihan şer û pevçûn derketiye.

Li gor agahiyan DAIŞê li navçeyê dest bi ketlîaman kiriye û heta niha polîsên federal ê Iraqê jî di nav de 6 kes hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Navçeya Hadise ya Enbarê di navbera Bexda û Rûmadiyê de dimîne û nêzî navçeya Elbûkemala Sûriyeyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin