Iraq – Karwanê Hêzên Hevpeyman li Babilê rastî êrîşê hat

Iraq – Karwanê Hêzên Hevpeyman li Babilê rastî êrîşê hat

Îro 01.10.2020ê li parêzgeha Babilê bi mûşek êrîş li ser karwanekî Hêzên Hevpeymaniya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêkhat.

A+A-

Çapemeniya Iraqê ragehand, karwanê lojîstîka hêzên hevpeyman li sînorê parêzgeha Babilê bû armanca êrîşa mûşekên katûşayê û ti ziyanek çênebûye.

Çend meheke êrîşên milîsên şîe yên ser bi Îranê, li hember hêzên hevpeyman, balyozxaneya Amerîkayê û balefirgeha navnetewî ya Bexdayê êrîşan pêktînin û heta naha hikûmeta Iraqê nekariye wan êrîşan rawestîne û hember aliyên êrîşkar pêngavekî bavêje.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin