IRAQ-Di encama şewata li kampeke awereyan de 3 zarok û dayîka wan şewitîn

IRAQ-Di encama şewata li kampeke awereyan de 3 zarok û dayîka wan şewitîn

.

A+A-

Li kampeke awareyan a li Enbarê, 3 zarok û dayîka wan şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgarkirin.

Li gor Berevaniya Şaristanî ya Iraqê diyar kir, agir li nêzîkî bajarê Rumadî li şeş karavanên awareyan ketiye û di encama şewatê de 3 zarok û dayika wan can dane.

Berevaniya Şaristanî ya Iraqê da zanîn, agirê ku li sandvîç panela karavanê ketiye temirandine. Herwiha li ser bikaranîna wê madeyê, ji bo xaniyan hişyarî daye ku sandvîç panel madeyeke gelek zû agir digre ye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin