Iraq: Di dawîya meha pêş me vîrusa korona dê ji nav biçe

Iraq: Di dawîya meha pêş me vîrusa korona dê ji nav biçe

Wezîrê tenduristîya Iraqê ragehand, şewba vîrusa korona di dawîya meha Gulanê de li welat dê ji nav biçe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê tenduristîya Iraqê Cehfer Elawî ji kanala fermî ya hikûmeta Iraqê re ragehand, hemwelatî divê bi temamî pêbendî rênmayîyên tenduristîyê û qedexeya hatûçûnê bin.

Cehfer Elawî got, eger hemwelatî bi rêjeya sedî 100 pêbendî rênmayîyên tenduristîyê bin û li malên xwe de bimînin, şewba vîrusa korona di dawîya meha Gulanê (5) de li Iraqê dê bi dawî bibe.

Heta naha 728 kes li Iraqê (bi herêma Kurdistanê ve) ber vîrusa korona ketîye û ji wê hejmarê jî 102 kes başbûne û 52 kesan jî jîyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin