Iraq dê ji du welatên dijî Amerîkayê çekan bikire

Iraq dê ji du welatên dijî Amerîkayê çekan bikire

Iraq dixwaze çekan ji sê welatan bikire, ku du ji wan welatan dijberên serekî yên Amerîkayê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamenterê hevpeymanîya Saîrun û endamê lijneya asayîş û berevanîyê li Parlamentoya Iraqê Bedir Zîyadî ji rojnameya fermî ya Iraqê Sebah re ragehandîye, Iraq hewl dide sîstema xwe ya berevanîya esmanî bihêz bike.

Bedir Zîyadî ragehand, Iraq dixwaze şande binêre bo welatên Çîn, Rûsya û Ukraynayê, ku ji wan sîstema çavdêrîya kamera û sîstema berevanîya esmanî bikire.

Herwaha got, şande dê ji parlamentoyê û hikûmeta Iraqê pêkbên û hewla kirîna çekên pêşkeftî di cîha pare de neftê ve bikirin.

Li gor Zîyadî ji ber pişt girêdan bi rêkeftina Bexda û Washingtonê, artêşa Iraqê nehatîye pirçek kirin û li gel xercên zêde jî, çekên pêşkeftî bo artêşê nehatîye dabîn kirin.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin