Iraq bi xeletî hatiye sazkirin em razî nîn in ku ew xeletî berdewam bike

Iraq bi xeletî hatiye sazkirin em razî nîn in ku ew xeletî berdewam bike

Tirkiye welatekî giring ê NATO’yê ye. Li Tirkiyê jî ne neft û ne jî gaz heye. Tirkiye di cihekî stratejîk de cih digre. Neft û gaz ji Asya here Ewropa di ser Tirkiyê re diçe. Nefta me jî ji ser Tirkiyê ve dihere bazara cihanê.

A+A-

Êrîşa DAIŞ’ê û qeyrana li gel Bexdayê baweriya kurdan a li ser serxwebûnê tekez kir. Piştî êrîşên DAIŞ’ê Artêşa Iraqê ji herêmên kurdan ê nîqaş li ser wan hebûn û dihat çaverêkirin ku rapirsîn li wan pêk were, derketin. Pêşmergeyên kurd bi derfet û çekên kêm berê xwe dan wan herêman û ji destê DAIŞ’ê rizgarkirin. Bajar û navçeyên kurd ên weke Kerkûk, Şengal, Xaneqîn, Tuzxurmatu, Celewla, Maxmûr, Sadiyê, Giwêr ket bin kontrola Pêşmergeyan û Kurdistan gihişt sînorên xwe yên sirûştî. Li aliyê din fişara Bexdayê û birîna mûçeya Hewlêrê jî rêyên di navbera Bexda û Hewlêrê de qutkirin û Kurdistan dest bi diyarkirina çarenivîsa xwe ve diçe.

 

Endamê Desteya Bilind ê PDK’ê û Serokê Berê Parlementoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkukî ku niha fermandariya Mîhwera Bakur û Rojavayê Kerkûkê dike, amadekariyên rapirsînê, şerê li dijî DAIŞ’ê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ji BasNûçe’yê re şîrove kir. Dr. Kerkukî eşkere dike ku, asîmana Iraqê ne di destê wê deye. Xaka wê ne di destê wê deye. Jêrxana wê ne di destê wê deye. Sînorê Iraqê ne di destê wê dene. Dîplomasiya Iraqê ne di destê wê deye. Aboriya Iraqê ne di destê wê deye û Iraq bi xeletî hatiye sazkirin ew razî nîn in ku ew xeletî berdewam bike.

 

Çavên cihanê û hemû kurdan li rapirsîna serxwebûnê yê ew ê rapirsîn kengî bê kirin? 

 

Biryara serxwebûnê biryara gelê kurd e. Beriya Şerê Yekem ê Cihanê zulm li kurdan û Kurdistanê hat kirin. Kurdistan kirin 4 parçe. Dewletên zilhêz nexşeya herêmê wisa destnîşan kirin. Lê ew zulm bû li ser kurdan. Dema em temaşe dikin di nava 30 salê dawiyê de bi tenê li Başûrê Kurdistanê 5 caran jenosîd pêk hat. Zulmeke mezin li kurdan hat kirin. Piştî sala 2003’yan bi hatina Amerîka ya li Iraqê Iraqeke federalî pêk hat. Lêbelê tecrûbeya me wê yekê bi me dide eşkerekirin ku ew hevsengiya federalî jî wisa namîne.

 

Dema em temaşeyî dîroka xwe dikin Başûrê Kurdistanê beriya Şerê Yekem ê Cihanê ne bi ser Iraqê ve bû. Iraq ji Çiyayê Hemrîn wê de bû. Jê re digotin ‘Iraqa ecem û Kurdistan’ Kurdistan ne bi ser Iraqê ve bû. Îro em gihiştine wê qeneatê ku divê welatê me azad be. Em di wê baweriyê de ne ku heta welatê me azad ne be ew ê jenosîd bêdadî û fişara siyasî li ser me bê bikaranîn. Ji ber wê jî heqê gelê me heye biryarê li ser çarenûsa xwe bide. Li gor qanûnên NY û qanûnên navdewletî ew ê gelê me biryarê li ser çarenûsa xwe bide. Biryara diyarkirina çarenûsê qanûneke navdewletî ye. Eger gelê kurd û Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand û hin welat li dijî wê derketin, NY û qanûnên navdewletî ew ê rê nedin wan. Ew ê piştevaniya wê dewleta nû bikin ku gelê wê ew daxwaza dewletbûnê kiriye.

 

Azmûna we ya ligel Iraqa federal çima ket vî rewşê û dawî li wê azmûnê tê?

 

Îspat bû ku Iraqa federal feşe lê tê. Lewra ev Iraqa di eslî de Iraqeke yekperçeyî nebûye. Bi zulmê yekgirtinek hatiye sazkirin. Sazkirina Iraqeke yekgirtî di berjewendiya welatên rojava de bû. Lewra wan xêr û bera Iraqê hemû bir. Bi salan nefta Iraqê birin, be her hal bêyî ji kurdan bê pirsîn Kurdistan jî bi ser Iraqê ve çesipandin. Di Iraqe ku hatiye sazkirine de îradeya sunne û şîeyan jî nebûye. Piştî ku Iraq ji Saddam rizgar bû, di sala 2003’yan de federalî hat ragihandin. Ji wê salê heta niha Destûra Iraqê nehatiye bicihanîn. Mûçeya Kurdistanê, mûçeya Pêşmergeyan birîn. Kurdistan li Helebçe careke din tûşî jenosîdê bû. Ji ber wê ne di berjwendiya me de ye. Ez bi xwe xwe weke hemwelatiyê Iraqê hesab nakim. Ez niha li vir şerê DAIŞ’ê dikim. Ew şerê min ne ji bo Iraqê ye. ji bo rizgariya Kurdistanê ye. Eger ne ji bo gelê kurd be û ji bo Kurdistanê be, ez niha li vir nasekinim. Heta niha em li Iraqê tûşî zulmê bûne û me zulm dîtiye.

 

Hinek welatên Rojava, mesela Amerîka dibêje ‘Iraqeke yekgirtî!’ Iraqeke yekgirtî li ku ye? Asîmana Iraqê ne di destê wê deye. Xaka wê ne di destê wê deye. Jêrxana wê ne di destê wê deye. Sînorê Iraqê ne di destê wê dene. Dîplomasiya Iraqê ne di destê wê deye. Aboriya Iraqê ne di destê wê deye. Xelkê wê ne di destê dene. Iraqa çi? Hîn jî radibin dibêjin, ‘rewşa Iraqê baş e!’ Wan welatan di wexta xwe de hin xeletî kirine û Iraqek sazkirine. Nabe ew xeletî berdewam bike. Divê ew xeletiyên hatine kirin bên guhertin.

 

Em niha li Rojavayê Kerkûkê ne. Beriya şerê DAIŞ’ê ev herêm û gelek navçeyên Kurdistanê di destê Iraqê de bûn. Bi şerê DAIŞ’ê re Pêşmerge li herêmê bi cih bû û sînorên sirûştî yên Kurdistanê diparêze. Ew ê siberoja van navçeyan çi be?

 

Rast e. Ev herêma ku em lê dijîn di bin destê Artêşa Iraqê, polîsê Iraqê û milîşeyên Iraqê de bû. Mintiqe di destê wan de bû. Dema DAIŞ hat, her çi çek û cebilxaneya wan hebû hemû radestî DAIŞ’ê kirin û bazdan ji herêmê reviyan. Ew polîs, ew artêş, ew milîşêyên hebûn nikarîbûn parastina xelkê bikin. Pêşmerge bi çekên xwe yên sivik hat û parastina xelkê kir. DAIŞ ji herêmê derxist. Her wiha şerê DAIŞ’ê kir da ku ji herêmê derkeve. Mimkûn nîne careke din em bêjin, ‘ey! Artêşa Iraqê were Kerkukê bibarêze’ dema xetere hat parastina xelkê Kerkukê nekirin. Parastina herêmê nekirin. Mimkûn nîne careke din ew bên herêmê. Pêşmerge hat û parastina hemû herêmê kir. Pêşmerga parastina, ermenî, kurd, tirkmen, ereb, keldan, aşûrî û sûryaniyan kir. Pêşmerge parastina hemû pêkhateyan kir. Bi hatina Pêşmerge re aramî û ewlehî hat herêmê. Careke din ne mimkûn e ez destûr bidim ku Artêşa Iraqê bê Kerkûkê.

 

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ber bi ku ve diçin? Gelo Bexdayê jî fêmkiriye ku ew ê kurd çarenûsa xwe diyar bikin?

 

Ez bi tu awayî hesaban ji Iraqê nakim. Em ber bi serxwebûnê ve diçin. Em naxwazin bi Iraqê re şer bikin. Lêbelê em bi diyalogê jî êdî nema karin bi Iraqê re bijîn. Ji kurdan re êdî şerm e ku bi Iraqê re bimînin. Di 30 salên dawiyê de 5 caran jenosîd li kurdan hat kirin. Herî dawî li Şengalê keçên me xwişkên me hemû birin û firotin. Ev çend sal in mûçeya me birîne. Li gor qanûnên navdewletî, Destûra Iraqê û raya xelkê xwe em ê biryara xwe bidin. Gelê me got serxwebûn em ê serxwebûnê ragihînin.

 

Raya giştî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji serxwebûnê re amade ne?

 

Sedî sed amade ne. Gelê Kurdistanê ji serxwebûnê re amade ye. Di navbera aliyên siyasî de li ser hin meseleyan nakokî hene. Ew ji bo berjwendiyê şexsî û hizbayetî ne. Tu hizb nikarin li dijî serxwebûnê derkevin. Eger hizbeke kurd rabe û dijî serxwebûnê derkeve ew ê endamên wê wê hizbê riswa bikin. Gel amade ye. Di nava aliyên siyasî jî de li ser serxwebûnê yekdengî heye. Eger em sibehê rabin û rapirsînê bikin ew ê hemû gelê Kurdistanê piştevaniya serxwebûnê bikin.

 

Beriya şerê li dijî DAIŞ’ê û di halê berdewam ê şer de nûnerên gelek welatan serdana Kurdistanê dikin û piştevaniya xwe ji Kurdistanê re tînin ziman û pesnê kurdan didin. Gelo ev piştgirî ew ê piştî rapirsîna serxwebûnê jî berdewam bike?

 

Welatên ku demokrasiya xwe bi cihkirine pêbendiyê bi 2 tiştan dikin: Yek pêbendiya biryarên Netewên Yekgirtî ya din pêbendbûna bi qanûnên navdewletî ye. Di nava biryarên Netewên Yekgirtî jî de û di nava biryarên qanûnên navdewletî de destnîşanî bi wê yekê hatiye kirin ku mafê her gelekî heye ku li nava axa xwe li gor biryara xwe bijî. Dewletên mezin weke Amerîka welatên Yekîtiya Ewropa, welatên endamê Netewên Yekgirtî nikarin dijî biryerên wisa bisekinin. Eger li dijî biryareke wisa bisekinin wate ew e ku dijî demokrasiyê disekinin.

 

Em weke kurd çi biryarê bidin divê li biryara me rêz bê girtin. Axa me heye. Welatê me heye. Zimanê me û kultura me heye. Jenosîd li ser me hatiye ferzkirin. Weke gelekî weke netewekî mafê me ye ku em biryarê li ser çarenûsa xwe bidin. Li gor biryara duyem a Netewên Yekgirtî mafê her gelekî heye çarenûsa xwe diyar bike û biryarê li ser rêveberiya xwe bide heye. Gelê me jî biryarê li ser çi bide em ê wê esas bigrin, gelê me biryarê li ser serxwebûnê bide em ê serxwebûnê ragihînin. Eger em serbixwe jî bin em dijayetiya Bexdayê jî nakin. Em dijayetiya Tirkiyê jî, dijayetiya Îran û Sûriyê jî nakin. Em ne xetere ne ji bo van welatan. Di rastiyê de Kurdistan îro weke dewletekê ye. Bes nehatiye ragihadin. Dema wezîrekî xaricî tê Iraqê, tên Kurdistanê jî. Serokê Netewên Kurdistanê tê Iraqê serdana Kurdistanê jî dike. Şerê DAIŞ’ê destpêkir, mesrefa şer giran e. Di destpêkê jî de min got ev çend sal e Iraq mûçeya me naşîne. Her wiha bihayê neftê daket. 2 milyon aware bi ser me de hatin. Eger ev bi ser me de nehatana rewşa me niha baştir bû. Hewlêr weke paytextekî welatekî serbixwe ye. Her roj nûnerekî û wezaretekî weletekî tê. Rojekê wezîrekê derve yê welatekî, roja din wezîrê berevaniyê yê wî welatî tê. Şandên giring tên. Konsolên welatên zilhêz her roj tên Kurdistanê. Konsolên welatên Brîtanya, Çîn, Komarî Çek, Fransa Amerîka her wiha konsolên welatên herêmê yê Îranê, Tirkiyê, Îmarat, Lûbnanê serdana Kurdistanê dikin, îhtîrama Kurdistanê digrin.

 

 

Pêşmergeyên Kurdistanê DAIŞ ji Kurdistanê derxistin. Niha li hin navçeyên Kurdistanê Heşdî Şabî arîşeya bo Kurdistanê saz dike. Gelo di siberojê de ew ê Heşdî Şabî ji bo Kurdistanê bibe xeter û êrîşî Kurdistanê bike? 

 

Li mîhwera ku ez lê me, Mîhwera Rojava û Bakurê Kerkûkê endamekî Heşdî Şabî jî tê de tune ye. Ez destûra wan nadim. Heşdî Wetenî jî di mîhwera me de tune ne. Em hemû Pêşmerge ne. Artêşa Iraqê jî li vir nîne. Polîsê Iraqê tuneye. Her tişt di bin kontrola Pêşmerge de ye. Li Başûrê Kerkûkê li ser rêya Bexdayê hene. Li Başika hene. Ji ber ku ew li wir hene ew der hêj nehatine azadkirin. Eger Heşdî Şabî nebûya niha Başik rizgardibû û di destê xelkê xwe de bû. Hevpeymanên Navdewletî jî nikarin hemahengiyeke durist bi Heşdî Şabî re bikin. Li Kurdistanê pêdawîstiya me bi wan nîne. Divê ji nava Kurdistanê derkevin. Em dixwazin ew li Kerbala, Tikrît, Necef û Bexdayê serkeftinan tomar bikin. Îhtîyaciya me bi wan nîne. Ew ê ji Kurdistanê derkevin. Xort û keçên me amadene DAIŞ’ê têk bibin û Kurdistanê biparêzin. Xort û keçên me gelekî jîr in û qehreman in. Ew ê Kurdistanê biparêz in.

 

Ez dixwazim bêm ser meseleya Operasyona Mûsilê. Artêşa Iraqê niha bi 3 hezar 500 leşkerî li Mexmûrê baregehek daniye û hewldide Mûsilê rizgar bike. Çend hewldanên wê çêbûn lê nikarîbû rizgar bikira. Artêşa Iraqê çima nikare Mûsilê rizgar bike? Pêşmerge çima beşdarî operasyonê nabe? Pêşmerge ew ê bi kîjan şert û mercan beşdarî operasyonê bibin?

 

Rizgarkirina Mûsilê asan nîne. Artêşa Iraqê ji tiştekî têkêl hatiye duristkirin. Artêşa Iraqê heye û Heşdî Wetanî heye. Baweriya wan bi hevdû nayê ev aliyekî wê hokarê ye. Fedakarî û teknîk û taktîkên şer bi wan re tuneye. Artêşa Iraqê xelkê ku ji ser rêyan peydakirine duristkirine. Her karek pîroz e. Ez rêzê ji her karî re digrim. Kesekî ku li ser cadde bestenî difrot niha din ava Artêşa Iraqê de bûye fermandarê çend liqan, çend liq bi wî ve hatine girêdan. Lêbelê tu tiştî nizane. Li aliyê din jî kêşeya mezhebî jî heye. Sunnî ji şîeyan hez nakin û şîe jî ji sunniyan hez nakin.

 

Di warê siyasî jî de îxtîlafek heye. Ayende ya Mûsilê hêj diyar nîne, kî ew ê Mûsilê birêve bibe? Piştî derketina DAIŞ’ê ew ê li Mûsilê îdareyeke çawa pêk were? Em dixwazin ew cihên axa Kurdistanê ne ji aliyê kurdan ve bê birêvebirin. Şengal mesela. Pêşmergeyan bi xwîna xwe Şengal azad kir. Qerar hebû ku beriya bi 2 salan li van devaran navçeyên xala 140’î referandûm pêk were. Lê îro Pêşmerge li wir in û ew herêm azadkirine. Mimkûn nîne ku em careke din wan navçeyên xwe bi destê Artêşa Iraqê ve berdin. Em dikarin Mûsilê rizgar bikin û wê biparêzin. Lîjneyeke me heye. Nûnerê Kurdistanê, nûnerê Iraqê û nûnerê hevpeymanî ew ê li ser rewşa Mûsilê biryarekê bidin û ew ê bê bicihkirin. Heta niha me gelekî piştevaniya Artêşa Iraqê kiriye. Me ew derbasî Mexmûrê kir. Pêşmerge li pişta wan e. Pişta wan bi ewle ye. Em zanyariyan bi wan re parve dikin. Em cihê DAIŞ’ê ji wan re dibêjin.

 

Ji bo firotina neftê çi proje û bernameyên Kurdistanê hene? Xeta gazê ya di navbera Tirkiye û Kurdistanê de tê danîn di çi qonaxê de ye?

 

Meseleya neft û gazê meseleyeke pirr muhîm e. Ekonomiya Amerîka û Yekîtiya Ewropa li ser neft û gazê ye. Pêwîstiya wan bi neft û gazê heye. Êmê jî hem nefta me û hem jî gaza me heye. Li aliyê din Tirkiye welatekî giring ê NATO’yê ye. Li Tirkiyê jî ne neft û ne jî gaz heye. Tirkiye di cihekî stratejîk de cih digre. Neft û gaz ji Asya here Ewropa di ser Tirkiyê re diçe. Nefta me jî ji ser Tirkiyê ve dihere bazara cihanê. Çawa pêdiviya me bi Tirkiyê heye, pêdiviya Tirkiyê jî bi me heye. Yanî Tirkiye niha gazê ji Rûsya û Îranê distîne. Lêbelê Tirkiye jî û Ewropa jî dixwazin gazê ji Kurdistanê bistînin. Kurdistan hem nêzîkî Tirkiyê ye û hem jî nêzîkî Ewropa ye. Pêdawîstiya Ewropa bi Tirkiyê heye. Pêdawîstiya Tirkiyê jî bi Kurdistanê heye. Pêdawîstiya Kurdistanê jî hem bi Tirkiyê û hem bi Ewropa heye. Ev weke zincîrekê ye û hevdû temam dike. Pêdawîstiya Tirkiyê bi Rûsya jî heye. Niha navbera Tirkiyê û Rûsya nebaş e. Lê Rûsya nabêje ‘ez neftê nafiroşim.’ Ez wisa dibînim ku ew ê navbera Tirkiye û Rûsyayê baş bibe. Herwiha navbera Tirkiyê û Îranê jî baş bibe. Ji ber li ser hermê divê hemahengiyeke wan hebe.

 

Rûsya beriya bi çend hefteyan yekser ji Kurdistanê re çek şandin. Herwiha tê çaverêkirin ku Gazprom bê li Kurdistanê dest bi karê neftê bike. Danûstendinên Rûsya û Kurdistanê çawa ne? 

 

Ew tiştê ku Rûsya kir gelekş baş bû. Divê welatên din jî wisa bikin. Ew çek û teqemeniyên ku diherin Bexdayê û ji ser Bexdayê ji me re tên, bi kêr nayên. Parçeyên wan tên guherandin, guhertin ki ser wan tê kirin. Amerîka jî dikare wisa bike û ji me re yekser çekan bişîne. Di nava Destûra Amerîkayê de qanûn li ser wê yekê heye ku hêza Amerîkayê dikare alîkariya komên dijî terorê bike. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê Amerîka jî yekser ji me re çekan bişîne. Danûstendinên me hem bi Amerîkayê re hene û hem jî bi Rûsyayê re hene. Em nabin parçeyekî dijayetiya Amerîkayê. Herwiha em nabin parçeyekî dijayetiya Rûsyayê. Hatina wê şîrketa nefta ya Rûsyayê gelekî muhîm e. Ji bo me ew ê gelekî bi kêr bê û baş be.

 

PYD û TEV-DEM’ê jî li Rojavayê Kurdistanê federasyon ragihandin. Hûn çawa dibînin û çi li pêşiya vê federasyona Rojava ye?

 

Federasyona biraderên me ya li Rojava ji bo me cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Lê em dibêjin mafê wan ê rewa ye ku li ser sînorê xwe doza serxwebûnê bikin. Serxwebûn mafê hemû gelê me ye. Divê gel bi xwe biryarê li ser bide. Wan gotiye federalî em piştevaniya wan dikin. Sibehê ew bêjin serxwebûn jî em ê piştevaniya wan bikin. Biryara gelê kurd ji bo cihê rêz û îhtîramê ye.

 

 

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin