Îranê pêşniyara nû ya Emerîkayê bo rêkeftina atomî red kir

Îranê pêşniyara nû ya Emerîkayê bo rêkeftina atomî red kir

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf derbarê gotinên Berpirsê Grûpa Kar a Îranê ya Wezareta Devre ya Amerîkayê de ragihand, Amerîka bixwe rêkevtina li gel Îranê binpê kiriye û niha daxwaza rêkevtineke din dike.

A+A-

Berpirsê Grûpa Kar a Îranê li Wezareta Devre ya Amerîkayê Brian Hook çend roj berî niha gotibû, Amerîka li pey peymanekê nû ya bi Îranê re ye, ku pirsa etomî û programa mûşekî ya wî welatî li xwe bigire û diyar kiribû: “Rêkevtina Viyennayê rêkevtina şexsî ya di navbera 2 dewletan de bû, lê vê carê Amerîka rêkevtinê nû dixwaze.”

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bersiva Biran Hook da û ew pêşniyara Amerîkayê ya bo peymaneke nû derbarê bernameyên etomî û mûşekî yên Îranê de red kir.

 

Mihemed Cewaz Zerîf got, gotinên Brian Hook nerast in û rêkeftina etomî ya 5+1 a li Viyennayê hatibû îmzekirin, “rêkevtineke navdewletî ye ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin û Encûmena Asayişa Navdewletî jî ew rêkevtin pesend kiriye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin