Îranê, Pentagon wek rêxistineke terorîstî nas kir

Îranê, Pentagon wek rêxistineke terorîstî nas kir

Parlamentoya Îranê îro bi pesendkirina projebiryarekê, Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) û artêşa Amerîkayê wek rêxistinên terorîstî nas kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Îranê herwiha ji bo bihêzkirina jêrxana Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran ve, 200 milyon euro wek bûdceya zêde  ji wê hêzê re terxan kir û hikûmeta wî welatî erkdar kir, ku wî pereyî ji sindoqa geşedana niştimanî dabîn bike.

Ev biryar 4 rojan piştî kuştina Fermnadarê Supaya Quds a Îranê yê berê Qasim Sulêymanî ve tê, ku roja 3ê vê mehê di êrîşeke Amerîkayê de li Bexdayê hat kuştin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin