Îranê malbata  Barzaniyan jî  bi xwepêşandanan sûcdar kir

Îranê malbata Barzaniyan jî bi xwepêşandanan sûcdar kir

Muhsîn Rizayî li ser xwepêşandanên li Îranê parast ku berpirsên CIAyê li Hewlêr û Iraqê bi kurê Sedam Husên re, herwisa bi hevjîna Sedam Husên, nûnerên Erebistana Siûdî, Barzaniyan û minafiqên vê hevpeymanê re li hevkiriye û ev plan saz kiriye.

A+A-

Li gorî agahiyên ajansa Tesnîmê ya îranî Sekreterê Encumena Teşhîsê ya Berjewendiya Nîzamê Muhsîn Rizayî îro piştî civîna encumeniyê daxuyanî da û îdia kir ku berpirsê operasyonên taybet ê CIAyê li Hewlêr û Iraqê bi kur û hevjîna Sedam Husên re, herwisa bi nûnerên Erebistana Siûdî, Barzaniyan û hinek ‘minafıqên' din re kom bûye û ev plan saz kiriye.

Rizayî parast ku wan ev plan bi merhele daye destpêkirin û got, "Merheleya pêşîn piraniya bajaran ji kontrola artêşê derxîne û paşê di merheleya duyem de çekan bixîne nav Îranê û gelek kesan bikujin. Amerîkayê jî bi vî awayî karibe li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî li gorî hiqûqê zêdekirina qedexeyên li dijî Îranê bide qebûlkirin."

Muhsîn Rizayî herwisa anî ziman ku wan li gorî plana xwe bûyer di dawiya meha Berfanbarê de dan destpêkirin û dixwazin heta meha Rêbendan û Sibatê bidomînin.

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin