Îranê îdiayên Amerîkayê qebûl kirin: Em mûşekên balîstîkî diceribînin

Îranê îdiayên Amerîkayê qebûl kirin: Em mûşekên balîstîkî diceribînin

Îranê îdiayên Amerîkayê ya ku digotin "Îran mûşekên balîstîk diceribîne" qebûl kir. Îranê daxuyand ku ew di salekê de 40-50 caran mûşekên xwe diceribînin.

A+A-

Fermandarê Hêzên Asmanî û Fezayê yê Îranê Emir Elî Hecîzade li ser îdiaya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo daxuyaniyek da medyaya Îranê.

 

Emir Elî Hecîzade îdiayên Amerîkayê yên ku dibêjin 'Îran mûşekên balîstîk diceribîne' qebûl kir û wiha axivî: "Em mûşekên xwe diceribînin. Ceribandina me ya herî dawiyê gelekî girîng bû. Bertekên ku Amerîka nîşanî me dide, girîngiya ve meseleyê diyar dike." 

 

Hecîzade got ku ew her sal 40-50 caran mûşekên balîstîk diceribînin û li ser mûşekan ti agahî neda. 

 

Mîke Pompeo di 1ê Berfanbarê de daxuyaniyeke nivîskî dabû û gotibû ku ceribandina mûşekan binpêkirina biryara Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî ye û divê encûmen bilez bicive.

 

Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî 4ê Befanbarê li ser banga Amerîka, Fransa û Brîtanyayê civiyabû lê ji civînê tu encam derneketibûn. 

 

Li gor biryara Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2231ê çêkirina mûşekên ku serên balistîk li ser in qedexe ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin