Îranê gef li partiyên Rojhilata Kurdistanê xwar

Îranê gef li partiyên Rojhilata Kurdistanê xwar

Serfermandarê hêzên çekdarên Îranê bi daxuyaniyekê gef xwarin ku dê mûşekbarana binkeyên partiyên Rojhilata Kurdistanê bike.

A+A-

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê serfermandarê artêşa Îranê Mihemed Baqirî di serdana xwe ya parêzgeha Kirmaşanê de ragehand: ‘’Partiyên kurd ên dijberê Îranê bi rêya sînoran ve, asayîşa Îranê dixin metirsiyê. Ji ber wê jî Îranê li hember wan hewldanan bêdeng namîne.’’

Baqirî hebûna binkeyên partiyên Rojhilata Kurdistanê yên nêzîk sînorên Îranê hişyar kir û got: ‘’Eger çalakiyên leşkerî pêk bên, wek mûşekbarana Koye binke û cîhên wan em ê bikin armanc.’’

Herwiha behsa aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got, divê li gor yasayên navnetewî tevbigerin û rêz li cîrantiyê bigirin. Heger na Îran bêdeng namîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin