Îranê du derîyên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê vekirin

Îranê du derîyên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê vekirin

Çalakî û tevgerên bazirganî li herdu derîyên sînorî yên Perwîzxan û Başmaxê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dest pê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ew herdu derîyên sînorî bi boneya cejna Remezanê û ji roja yekem a cejnê ve hatibûn girtin.

Rêveberê Giştî yê Gumrukên Sineyê, Bextîyar Rehmanîpûr ragihand, piştî ku rojekê çalakîyên derîyê sînorî yê Başmaxê hatibûn rawestandin, ji Duşemîyê ve careke din hinardekirina kelûpelan li vî sînorî dest pê kir.

Bextîyar Rehmanîpûr herwiha da xuyakirin, ku derîyê sînorî yê Seyranbenê ku dikeve sînorê navçeya Baneyê, li ser daxwaza alîyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê heta Sêşemîyê 26ê Gulanê girtî dimîne û roja Çarşemîyê dê tevgera bazirganî li wê derê jî dest pê bike.

Qaymeqamê Qesra Şîrîn, Murad Elî Tatar jî ragihand, ji roja Duşemê ve tevgera bazirganî li vî sînorî dest pê kirîye û tekez kir, niha rojane 1500 kamyon kelûpel ji Îranê ve bo Iraqê û Herêma Kurdistanê tên hinardekirin.

Ew yek di demekê de ye, ku ji ber belavbûna metirsîya pandemîya koronayê, hatinûçûna rêwîyan û geştyaran li derîyên sînorî hêj qedexe ye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin