Îranê dîsa bo kurdekî cezaya dardakirinê sepand

Îranê dîsa bo kurdekî cezaya dardakirinê sepand

Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê li Rojhilata Kurdistanê, bi tometa ku alîkariya partiyeke Kurdistanî kiriye, cezaya darvekirinê bi ser welatiyekî Kurd ê xelkê Şinoyê de sepand.

A+A-

Çavkaniyên xwecihî li Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê ragihandin, ku welatiyekî Kurd ê bi navê Mihyedîn Îbrahîm ku niştecihê gundê Alkawiyê yê ser bi bajarê Şinoyê ve, ji aliyê dadgeha Îranê ve cezaya sêdaredanê bi ser de hate sepandin.

 

Li gora çavkaniyên xwecihî, roja Yekşemê rûniştineke din a dadgehîkirina girtiyê Kurd Mihyedîn Îbrahîm, li Dadgeha Şoreşê ya Şaxa Urmiyê birêve çûye û bi tohmeta alîkarîkirin û endambûna partiyeke Kurdistanî, dadgehê biryara sêdarkirinê li wî birriye.

 

Mihyedîn Îbrahîm 41 salî û zewicî ye û di sala 2017an de dema ku kolberî dikir li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Iranê teqe li wî û hejmarek kolberên din kiribûn û ew bi birîndarî hatibû girtin.

 

Herwiha Mihyedîn Îbrahîm berî niha du caran bi tohmeta hebûna peywendiyan li gel partiyên Kurdî yên Rojhilata Kurdistanê hatiye girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin